Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, coya avdanê ya li herêma Afet Evlerî ya navçeya Baxlarê paqij kir.
Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku xizmeteke bi kalîte ji gel re bike û pirsgirêkên binesaziyê çareser bike li seranserê bajêr xebatên xwe didomîne.
Ekîbên DÎSKÎyê midaxeleyî pirsgirêkên di coya avdanê ya di bin berpirsyariya Karên Hidrolîk ên Dewletê (DSÎ) yên li herêma Lice Afet Evlerî ya navçeya Baxlarê da kirin û ji bo rê li ber herikîna ava baranê ya ku zirarê dide çandiniyê, 3 kîlomêtro xebatên paqijiyê kirin. Di xebata ku bi makîneyên kar hat kirin de madeyên zirardar ên di coya avdanê de hatin paqijkirin û binî û keviyên cobarê bi hûrgilî hatin rêzkirin. Bi van xebatan re li hember xetereya lehiyê tedbîr hatin girtin.
Ji bo welatiyan solîne hat çêkirin
Tîmên Dezgeha Kanalîzasyonê jî çêkirina kelûpelan bi dawî kirin da ku rêyên li heman herêmê misoger bikin. Di çarçoveya xebatan de 1000 boriyên beton ên bi dirêjahiya 50 metre û 1000 boriyên pola yên dirêjiya wan 24 metre hatin danîn.
Bi van solîneyan tê armanckirin ku welatî bi ewlehî xwe bigihînin zeviyên xwe, bi taybetî di dema barana ji nişkave û zêde de.
Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê xebatên xwe yên ji bo pêşdebirina xizmetên binesaziyê û jiyanîkirina jîngehê didomîne.
Â