Hevserokên Şaredariya Mezin ya Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Baroya Diyarbekirê Abdulkadir Guleç û endamên heyeta rêveberiyê pêşwazî kirin.
Serokê Baroya Diyarbekirê Abdulkadir Guleç û endamên heyeta rêveberîyê serdana Şaredariya Mezin ya Amedê kirin.
Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun, piştî pêşwazîyê hevdîtinek bi Guleç û hevalên wî re pêk anîn.
Di hevdîtinê de, derbarê karûbarên şaredarîyê û sepandina qeyûm de têkildarî hev agahî hatin guhertin.
Hevserok dilşadîya xwe ji serdanê re anî ziman û spasîya Guleç û endamên heyetê kirin.
Guleç, ji hevserokan re serkeftinê di karê wan de xwest.