Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 3ê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê li 3 nuqteyên cuda yên bajêr standan vekir, balê dikişîne ser mafên welatiyên astengdar.
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên ji bo baştirkirina asta jiyanê ya astengdaran û zêdekirina tevlêbûna jiyana civakî didomîne.
Bi boneya 3’ê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê, Serokatiya Daîreya Karûbarên Astengdar û Kal û pîran li Kolana Gazî, Cadeya Yaşar Kemal û Parka Ceylan Karavil AVM’ê stand vekirin û der barê mafên astengdaran de broşurên bi şîara “Jiyaneke nû” belav kirin. "
Armanc ew bû ku ji perwerdehiyê bigire heta kar, ji xizmetên civakî bigire heta piştgiriya aborî bi agahiyên li ser gelek mijaran di nav welatiyan de hişyarî were dayîn.