Meclîsa Çand û Hunerê ya Konseya Bajêr civîna xwe ya yekemîn li dar xist

Meclîsa Çand û Hunerê ya Konseya Bajêr a Amedê, civîna xwe ya yekemîn li dar xist û rêveberiya meclisê diyar kir.

Konseya Bajêr a Amedê ku piştî qeyûm hat tayînkirin hat betalkirin, piştî Serra Bucak û Dogan Hatun 8 sal şûnde wek Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin hilbijartin, dîsa dest bi kar kir, Meclîsa Çand û Hunerê ava kir. Meclîsê 1. Civîna xwe ya Asayî li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê li dar xist. Endamên Komîsyona Çand û Hunerê ya Meclîsa Şaredariyê Rêdûr Dîcle Aydin, Canan Efe, Ebru Yilmaz û Evîn Ay û gelek kesên di qada çand û hunerê de çalak in beşdarî civînê bûn.

Sekretera Giştî ya Meclisa Bajêr Selvî Tunç a ku axaftina vekirinê ya civîna ku piştî hilbijartina Lijneya Meclisê dest pê kir kir, diyar kir ku Konseya Bajêr çi ye û di jiyana bajêr da çi guherî. Endamê Desteya Rêveber a Meclisa Şaredariyê Şêrko Kanîwar bal kişand ser wêrankirina çand û hunerê ya li bajêr di serdema qeyûman de.

Rêveberiya meclisê hat diyarkirin

Piştî axaftinan rêveberiya meclîsa ji 8 kesan pêk tê hate diyarkirin. Meclîs dê di rojên pêş de hevserokên xwe hilbijêre.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31