Hevşaredar beşdarî xwarina galaya TURKONFED bûn

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî xwarina galayê ya Civîna Bilind a 20an a Salvegera ku ji aliyê TURKONFED û DOGUNSÎFEDê ve bi temaya sereke "Çareseriyên Herêmî Rîskên Cîhanê" hat lidarxistin bûn. Li ser navê pêkhateyên herêmê plaket pêşkêşî Hevşaredar Bucak hate kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî şîva galayê ya Zîrweya Salvegera 20emîn a ku bi temaya sereke "Çareseriyên Herêmî Rîskên Cîhanê" bi hevkariya Konfederasyona Karsazên Tirk (TURKONFED) û Federasyona Rojhilat û Komeleyên Pîşesaz û Karsazên Başûrê Rojhilat (DOGUNSÎFED hat organîzekirin, bûn. Karsaz û endamên odeyên pîşeyî beşdarî çalakiya ku li oteleke bajêr hat lidarxistin bûn.

Di çalakiyê de li ser navê pêkhateyên herêmê yên beşdarî lûtkeyê bûne plaket pêşkêşî Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak hate kirin. Bucak plaket ji destê Serokê TURKONFED Suleyman Sonmez û Serokê DOGUNSIFED Devrim Turk wergirt.

Di çarçoveya organîzasyonê de ji gelek odeyên pîşeyî û karsazan re jî plaket hatin dayîn.

Di xwarina galayê de, bi Hevşaredaran re Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, Hevserokên Meclîsê Emîne Akîn û Abdulselam Înceoren amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31