400 zarokên ku beşdarî "Şahiya Huner û Sporê" ya ku li Taxa Kaynartepeya navçeya Baxlarê hat lidarxistin bûn, li ser tenîsa maseyê, pota, dîwarê hilkişînê û rêyên curbecur kêf kirin.
Bi hevkariya beşên Xizmetên Civakî, Xizmetên Ciwan û Sporê, Çand û Karûbarên Civakî yên Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Baglarê, ji bo 400 zarokan li Navenda Jiyana Dayikan a Solînê ya Zarokan a Şaredariya Baxlarê ya li Taxa Kaynartepeyê çalakiyên hunerî û werzîşê hatin lidarxistin.
Di "Şahiya Huner û Sporê" de ku Hevşaredara Baxlarê Leyla Ayaz jî beşdar bû, zarok, ciwan û jinan ji bo jiyaneke bi tendurist îmkana werzişê dîtin û bi çalakiyên xweş derbas bûn.
Di çalakiyê de ji bilî çalakiyên curbecur ên werzîşê yên wekî rîtm, boyaxkirin, tenîsa masê, voleybol û bisîkletê, dîwarê hilkişînê, trampolîn, lîstikên kevneşopî yên kolanan, wênesaziya rû û parkurên cuda yên kêfê jî hatin lidarxistin.
Di çalakiya ku zarokan destên xwe boyax kirin û li ser qumaşê berhemên rengîn çêkirin, beşdaran li gel muzîkê derfeta werzîşê û kêfê dîtin.
'Em ê zimanê xwe bi hev re bijîn'
Hevşaredara Baglarê Leyla Ayaz di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ev demeke dirêj e li Amedê bernameyên bi vî rengî nehatine lidarxistin û wiha got: “Wek hûn jî dizanin şaredariyên me 8 sal bûn di bin kontrola qeyûman de bûn. Qeyûman ji bo zarokên me ziman û çanda xwe ji bîr bikin çi ji destê wan hat kirin. Îro em dibînin ku şaredariyên me dîsa li ser çand û zimanê xwe dixebitin. Ji bo ku zarokên me çand, ziman û pêşeroja xwe ji bîr nekin ev bername ji bo me gelek girîng bû. Dema em li rûyê zarokan dinêrin, em wê kêfxweşî û coşê dibînin. Em soz didin ku em ê di warê ziman, çand û stranan de her tim piştgiriyê bidin gelê xwe. Em ê zimanê xwe bi hev re bijîn.”
'Bûyerên bi vî rengî gelek xweş in'
Yek ji zarokên beşdarî çalakiyê bû Mervîn Berk jî wiha got: “Bûyerên bi vî rengî gelek xweş in, ez gelek kêfxweş im. Mamoste demek xweş nîşanî me didin, em têne vir, kêfa xwe dikin, wêneyan xêz dikin. Ez spasiya her kesê ku tevkarî û keda me kir û ez dixwazim tiştên wiha berdewam bikin."
'Kêfa me anî, em dîsa li bendê ne'
Ji zarokan Helîn Oduncu jî diyar kir ku ew ji ber çalakiyên ku tên lidarxistin gelekî kêfxweş in û wiha got: “Spas ji bo her kesê ku li vir ked dane. Em gelekî kêfxweş in ku tiştekî wiha hat kirin. Ew xweş bû, kêfa me anî û em dîsa li bendê ne."
Zarokên bi navê Bûşra Guzel, Hîva Tokmak û Dîlan Tokmak jî ji ber çalakiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Baglarê kirin.