9 mîlyon piştgirî ji bo klûbên sporê yên amator

Şaredariya Bajarê Mezin û 3 şaredariyên navçeyan, 9 milyon TL piştgiriya pereyan da 132 tîmên ku di 16 şaxên klûbên werzişê yên amatorî de têdikoşin. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun diyar kir ku wê di sala nû de bingeha avakirina tesîsên sporê bê danîn û got, "Eger em bi hev re tevbigerin, em dikarin bajarê xwe di qada navneteweyî de temsîl bikin."

Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyên Baxlar, Yenîşehîr û Kayapinarê ve tên meşandin de, 9 milyon alîkariya pereyan ji bo klûbên werzişên amator ên li bajêr hat dayîn. Bi beşdariya Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê civînek li ser mijarê hat lidarxistin.

Tevî Hevşaredar Hatun, Hevşaredara Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sincar, Hevşaredarên Baxlarê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Ergûn, Serokê Federasyona Klûbên Sporên Amator ên Amedê (ASKF) Remzî Dayan, endamên lijneya Rêveber a Yekîtiya Rahênerên Futbolê yên Tirkiyeyê (TUFAD) Hanifi Akkaya jî beşdar bûn.

Piştgiriya 132 tîman di 16 şaxan de

Di civînê de Hevşaredar Hatun axivî û diyar kir ku butçeya 3 şaredariyan bi hev re ji bo klûbên werzîşê yên amator û tîmên şaxan hatiye bikaranîn. Hevserok Hatun aşkere kir ku di çarçoveya xebatên Desteya Ciwan û Werzîşê û şaredariyên navçeyan de ji bo 132 tîmên ji 16 baskan desteka budçeyê dane û wiha got: “Perspektîfa hemû şaredariyên DEM’ê li ser werzîşê; Ew e ku aştî, hevaltî, biratî û werzîşê bibe qada jiyanê ya hemû mirovan bê armanc. Ev pêngavek e ku me ji bo berfirehkirina ne tenê futbolê lê her weha hemî qadên werzîşê jî avêtiye."

'Me plansaziya budçeyê çêkir'

Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku Şaredariya Bajarê Mezin, 6 milyon ji butçeya xwe û 3 milyon jî ji navçeyên din destek daye û wiha got: “Li bajarê me bi sed hezaran ciwan hene û di her astê de ciwan nikarin biçin di şaxê sporê yên ku ew dixwazin. Me bi şaredariyên me yên bajarok û navçeyan re diyar kir ku pirsgirêkeke binesaziyê heye û ev yek xistin nava plansaziya xwe ya stratejîk a vê serdemê. Hemû qadên me hatine veguheztin, binesaziya me ya niha têrê nake, me serî li Midûriyeta Herêmê ya Ciwanan û Werzîşê û dadgehan da ku herêmên hatine veguheztin bigirin. Pêvajoya dadgehê berdewam dike. Çima em van deran dixwazin? Îsal zêdetirî 10 hezar ciwanên ku xwe ji bo zanîngehê amade dikirin hebûn û dixwestin serî li qadên wekî BESYO bidin. Me di plansaziya stratejiya xwe ya 5 salan de ji bo binesaziyê plansaziya budçeyê çêkir. Em berdewam in ku cih û daxwazên cihêreng ên werzîşvanên dezavantaj bi cih bînin."

'Em dikarin bajarê xwe di qada navneteweyî de temsîl bikin'

Hatun agahî da ku ew ê ji bo welatiyên ku dixwazin xwe bigihînin werzîşê bi taybetî ji bo welatiyan veberhênan bidomînin, Hatun destnîşan kir ku dê li Qerekopruyê û li qada ku ew ê di sala nû de diyar bikin dê tesîseke werzîşê bê çêkirin.  Hevşaredar Hatun, bang li komeleyên werzîşê yên bingehîn jî kir û got, “Bajarê me bajarekî werzîşê ye, bi sed hezaran ciwan hene. Werzişvanên pir baş dikarin li vî bajarî mezin bibin. Îro me piştgirî da 16 şaxan, lê em amade ne ku alîkariya şaxên din jî bikin. Ger em bi hev re tevbigerin, em dikarin bajarê xwe di qada navneteweyî de temsîl bikin. Em hêvî dikin ku werzişvanên baş bigehin."

'Divê em ciwanan teşwîq bikin ku werzîşê bikin'

Serokê ASKF’ê Remzî Dayan spasiya her kesê keda xwe kir û got, “Me bi hev re ked da. Şaredariyên me jî tevî hemû wêranî û bêderfetiyê bûdçeyên xwe teng kirin. Yek ji tiştên ku ji bo me hewce ne, tesîs e. Li bajarê me qadên cidî hene ku tiryak û ciwan ji rê derdixin; Ji ber vê yekê divê em ciwanan teşwîq bikin ku bêtir werzîşê bikin."

Piştî axaftinan Serokê ASKF'ê Remzî Dayan ji bo piştgiriya ku ji klûbên werzişê yên amator re tê kirin, plaket diyarî Hevşaredar Hatun kir.

Di bernameyê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, serokên daîreyan û endamên meclîsê bi Hevşaredar Hatun re amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31