Hevşaredar Bucak: Şer û pevçûn herî zêde zirarê dide jinan

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di civîna CEMR'ê de diyar kir ku herî zêde bandorên neyînî yên şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn jin dijîn.

Civîna Komîteya Siyasî ya Konseya Şaredarî û Herêman a Ewropayê (CEMR) ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî beşdar bû, li bajarê Karlsruhe yê Almanyayê hat lidarxistin, dewam dike.

Hevşaredar Bucak ku di heyeta Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) a endamê CEMR'ê de cih digire, di civînê de mafê axaftinê girt û bal kişand ser avahî û kêmasiyên Komîsyona Daîmî ya Wekheviya Zayendî ya CEMR'ê.

Bucak anî ziman ku li CEMR'ê û saziyên sîwan ên rêveberiyên herêmî yên li Ewropayê kar dikin, rêgezên xweser ên jinan têrê nakin.

Bucak, bal kişand ku ji ber ku Tirkiye di şevekê de ji Peymana Stenbolê derket jin û zarok ji her demê bêhtir mexdûr bûn û bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê yên li hemberî tundûtûjiyê tên meşandin.

'Hêza yekkirina herêman xeta têkoşîna jinê ye'

Hevşaredar Bucak diyar kir ku bandorên herî neyînî yên şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn jin dijîn û da zanîn ku ji Ewropa heta Rojhilata Navîn hêza hevgirtina herêman xetên têkoşîna azadiya jinê ne. Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku li Tirkiyeyê di 10 mehên dawî de 300 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û mirina bi sedan gumanbar e û got ku li dijî vê rewşê pêwîste li her qadê rêgezên rêxistinbûyî yên jinan bên zêdekirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31