Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo niştecihên nû yên Taxa Tekelê ya navçeya Farqînê bi dirêjahiya 2 hezar metre xeta ava vexwarinê danî.
Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo pirsgirêka ava vexwarinê ya navçe û gundan bi temamî bê çareserkirin, xebatên berfireh dimeşîne.
Ji bo ava vexwarinê ya welatiyên ku li Komelgeha Mîlî Egemenlîkê ku di nav şêniyên Taxa Tekelê de ne, li Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaxa Farqînê dabîn bikin, serlêdan hat kirin.
Piştî serlêdanê Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê ji bo ku bê wendakirin xizmeta welatiyan bike çalakî li dar xist. DÎSKÎyê bi projeya ku endezyarên DÎSKÎyê li ser plansaziya nifûs û qadkirinê amade kir, ji bo 2 hezar metre dirêj xeta ava vexwarinê li Komelgeha Mîllî Egemenlîkê a Taxa Tekelê bê danîn da destpêkirin.
Piştî ku xebat di demeke kin de qediyan, welatiyan ava vexwarinê ya saxlem li Komalgeha Mîlî Egemenlikê ya li Taxa Tekelê dabîn kirin.
Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê dê li navend û gundan projeyên ava vexwarinê û binesaziyê bidomîne.
Â