Ji sedî 70ê rêyên ku ji ber barîna berfê hatin girtin hatin vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sedî 70ê rêya 600 kîlometreyî ya ku ji ber berfa ku bandor li 4 navçeyan kir û stûriya wê gihîşt 15 santîmêtroyan hatibû girtin, ji çûnûhatinê re vekir.

Midûriyeta Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê xebatên xwe yên ji bo vekirina rêyên girtî ji çûn û hatinê re li navçeyên Pasûr, Farqîn, Licê û Hênê yên ku barîna berfê lê bi bandor e, didomîne.

Ekîban li herêmên ku bi giştî 600 rê li çûn û hatinê hatine girtin bi awayekî xurt xebitîn. Di çarçoveya xebatên ku bi keda 18 wesayît û 67 xebatkaran hatin kirin, ji sedî 70yê rêyên girtî di demeke kin de ji çûnûhatinê re hatin vekirin û giliyên welatiyan ji holê hatin rakirin.

Wesayîtên hewariyê gihîştin binecihê

Di çarçoveya xebatan de li navçeya Pasûrê rêya 18 taxan, li Farqînê jî rêya 4 tax û 3 gundikan hatin vekirin.

Her wiha li navçeyên Farqînê û Licê rêya wesayîtên sersaxiyê yên li ser rê asê mabûn hat vekirin û wesayîtên cenaze ber bi goristanên ku dê biçin wan ve birin.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê li dijî şert û mercên zivistanê li tevahiya bajêr xebatên xwe didomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28