Hevşaredar Bucak Tesîsa EKAYê seh kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Tesîsên Îdareya Bermahiyên Hişk (ÎTB) ya Entegreyî seh kir û diyar kir ku li mal, kar û dibistanê jêkvavartina bermahiyê girîng e.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, li QerejdaxêTesîsa Îdareya Bermahiyên Hişkî ya Amedê ya Entegreyî merhaleyên çopê lêkolîn kir. Hevşaredar Bucak der barê tesîsê de ji rayedarên şîrketê agahî girt.

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ji hev veqetandina çopên li çavkaniya xwe, li malê, li kar û dibistanê gelekî girîng e û got, “Em çawa dikarin vê yekê bînin hawirdora malê? Divê em li ser vê yekê bi tevahî biaxivin." 

Bucak bal kişand ser girîngiya bersivdayîna pirsên di mejiyê mirovan de ye û destnîşan kir ku divê ji welatiyan re bê gotin ku çop çawa li cihê cihê têne veqetandin, çawa têne barkirin û paşê vediguherînin çi. Bucak aşkere kir ku divê sîstem bi rêbazên nûjentir bê avakirin û pêşxistin, bi serokên yekîneyan re der barê projeya pêkanîna plansaziyê de nêrînên xwe nirxand.

Di kontrolê de Hevşaredar Bucak ligel Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, Serokê Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Îbrahîm Yalçin û endamên meclîsê jî amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31