Biryar e ku bi FAO û Banka Ewropî ya Nûavakirin û Pêşketinê re bi hev re bixebitin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, bi nûnerên Ofîsa Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û Banka Ewropayê ya ji nû ve avadankirin û geşepêdanê ya li Tirkiyeyê re hevdîtinek kir. Di civînê de projeyên çandiniyê yên li herêmê hatin rojevê, biryar hat girtin ku li ser armancên pêşketinê bi hev re xebat bên kirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, li Enqereyê çend hevdîtin pêk anîn. Hevşaredar Hatun bi nûnerên Buroya Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) û Banka Pêşketinê ya Îslamî (ISDB) ya li Tirkiyeyê, bi nûnerê Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ya Tirkiyeyê û nûnerê Banka Ewropayê ya Tirkiyeyê û Ji nû ve avadankirin û geşepêdanê (EBRD) re hevdîtin kir û bi bi Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Mehmet Ûvez re civiya.

Hevkarî di çandinî û geşepêdana gundan de

Di hevdîtina bi FAOyê re derfetên hevkariyê yên di warê çandinî û geşepêdana gundan de hatin gotûbêjkirin û qadên xebatên hevpar ên ji bo projeyên çandiniyê yên li herêmê hatin nirxandin. Nûnerên FAOyê diyar kirin ku ew dikarin piştgiriyê bidin projeyên ku kapasîteya hilberînerên herêmî zêde bikin û di warên pisporiya xwe de agahiyan bi şaredariyê re parve bikin. Rayedarên FAO'yê diyar kirin ku ew ê ji bo fînansekirina projeyan bi hev re bixebitin û diyar kirin ku ev civîn dê ji bo xurtkirina hevkariyê û piştgirîkirina pêşveçûna çandiniyê ya domdar bibe gavek girîng.

Di civîna nasîn û hevkariyê ya ku bi Bankeya Ewropî ya Avakirin û Pêşketinê (EBRD) re hat lidarxistin de, qadên ku di navbera aliyan de potansiyela hevkariyê heye hatin nirxandin. Di hevdîtinê de potansiyela bajêr di warê binesazî, veguheztin, enerjî û geşepêdana aborî de jî hate nirxandin.

Hevşaredar û şandeya pê re armanc û projeyên pêşketina Amedê bi rayedarên EBRD re parve kirin, biryar hat dayîn ku xebatên teknîkî ji bo gavên berbiçav bên destpêkirin.

Di serdanê de Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sûmer, Serokê Daîreya Lêkolîn û Projeyan Murat Akbaş û Serokê Daîreya Projeyan a Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) Adnan Aydin bi Hevşaredar Hatun re amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31