Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, diyar kir ku dema xebatê ya xebatkarên dermanreşandinê yên di bin banê Midûriyeta Karên Tenduristiyê de dixebitin ji 9 mehan derxistiye 12 mehan û dê di vê çarçoveyê de peymanên wan bên kirin.
Di xebatên dezenfektekirinê yên ku di çarçoveya Karûbarên Veterînerî û Tenduristiya Gel a Midûriyeta Karên Tenduristiyê de tên kirin de rêziknameyek girîng hat çêkirin. Dema xebatê ya karamendên ku berê 9,5 mehan dixebitîn wê heta sala 2025an bibe 12 meh. Bi vê guherînê re, di çarçoveya têkoşîna sitargeha zivistanê de wê tevahiya salê 155 xebatkar bên xebitandin.
Civîna agahdarkirinê hat lidarxistin
Li Salona Konferansê ya Alî Emîrî ya li avahiya şaredariyê, têkildarî xebata navborî û şêwaza nû ya karmendan civîneke agahdarkirinê hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarê Serokê Giştî Reşat Bakan, endamên meclîsê û xebatkarên yekîneya dezenfektekirinê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Hevşaredar Bucak axivî û diyar kir ku piştî bidestxistina rêveberiyê wan yekîneyên di saziyê de ji nû ve ava kirine û hewl dane pirsgirêkên heta niha hatine jiyîn çareser bikin. Bucak bal kişand ku pirsgirêkên bajarê ku nifûsa wê digihêje 2 milyonî jî zêde dibin û destnîşan kir ku yek ji xebatên ku ji aliyê Midûriyeta Tenduristiyê ve hatiye kirin spartina dermanan a li dijî kêzikan e.
'Havîn gelekî mijûl bû'
Hevşaredar Bucak aşkere kir ku di mehên havînê de ekîbên han têkoşîneke dijwar dimeşînin û got, “Têkoşîna zivistanê li cihê ku divê di mehên zivistanê de rast bê kirin, ma dermanên ku dihatin bikaranîn bes bûn? Dema em hatin me ev hemû nîqaş kirin û anîn ziman. Me bersiveke zelal negirt. Û di dawiyê de, bi lêkolîn û lêpirsînên xwe, me diyar kir ku têkoşîna zivistanê nehatiye kirin. Ji ber vê sedemê, havînê pêşû pir zêde bûn. Havînê îhaleyek pir bi lez hat kirin. Dibe ku di şert û mercên asayî de me nikarîba ev qas lez û bez îhaleyek pêk bianiya, lê em neçar man. Me gelek caran ev yek ji raya giştî re vegot. Paşê me guh da gilî û gazincên xwe. Hem serokên dezgehên me, hem sekreterê me yê giştî, hem cîgirê serokê me û hem jî xebatkarên hêja yên yekîneya dermanan xebateke dijwar meşandin. Ev têkoşînek dil û can bû."
'Em dixwazin bi helkirina hemû zehmetiyan derkevin pêşberî raya giştî'
Hevşaredar Bucak bal kişand ku pir girîng e ku pêvajo bi awayekî rast were birêvebirin û got, “Armanca me ya giştî ew e ku di demsala zivistanê de bi zanebûn, ezmûn û jêhatîbûna we têkoşîna stargeha zivistanê bi awayekî rast bimeşînin. Dema ku havîn hat em dixwazin derkevin pêşberî gelê Amedê û hemû zehmetiyên havîna borî ji holê rakin."
'Em bi vê pêngavê kêfxweş û serbilind in'
Hevşaredar Bucak, diyar kir ku hemû rêveberî bi xebateke koordînekirî dikarin têkoşîna zivistanê bi dest bixin û der barê şert û mercên nû yên xebatê yên xebatkarên dermankirinê de wiha axivî: “Niha dê peymana kar a ku 12 mehan destûr dide wan bixebite. Du girîngiyên vê yekê hene; Ya yekem, dema ku em bi perspektîfa mafên karker-personel lê dinêrin, 9 meh kar ne sîstemek adil e; Ya duyemîn jî, em dikarin texmîn bikin ku ji ber zêdebûna krîza aborî û enflasyonê ya di vê nuqteyê de li Tirkiyeyê, pir zehmet e ku meriv 9 meh kar bike û 3 meh deyndar bimîne. Em ji ber vê pêngava bo xebatkaran kêfxweş û şanaz in. Ya ku dihat xwestin ev bû, ez dixwazim ku em bêtir van tiştan bikin. Lê belê wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, weke hemû şaredariyên me, em neçar in 3,5 milyar deynê ku li hemberî krîza aborî ya kûrtir ji me re hiştine bidin.”
Hevşaredar Bucak sala nû ya karmendan pîroz kir
Herweha Bucak di dawiya axaftina xwe de sala nû ya karmendan pîroz kir û xwest sala nû ji bo Rojhilata Navîn û hemû gelan bi taybet Tirkiyeyê bibe sedema aştî û azadiyê.
Piştî axaftina Bucak, Serperişta Yekîneya Dermankirinê Hanim Atay Oruç, kulîlk diyarî Hevşaredar Bucak kir.