Li Çungûş û Hênê rêyên ji ber berfê girtî li çûnûhatinê hatin vekirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rêya 105 kîlometre ya ku ji ber barîna berfê li navçeyên Çungûş û Hênê hatibû girtin, ji çûn û hatinê re vekirin.

Ekîbên Serokatiya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê ji ber barîna berfê li cihên bilind ên bajêr xebatên xwe didomînin. Ekîban ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê li navçeyên Hênê û Çungûşê hatin girtin, bi şev û roj dixebitin.

Di encama xebatên ekîban de rêya komê ya Alyozê, Sarsapê û Mansûran a 40 kîlometreyî ya li navçeya Çungûşê; Li navçeya Hênê rêya Taxa Nirêban û Ekşînê 15 kîlometre, rêya Seyarê 30 kîlometre, Akçayir, Nirêba Topalan û Taxa Şengilikê 20 kîlometre ji çûn û hatinê re hatin vekirin.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên paqijkirina berfê didomînin da ku rêyên taxên gundan vekirî bin û rêwitiya welatiyan bi ewle bê kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28