Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêya 300 kîlometreyî ya navçeya Pasûrê ku ji ber berfê hatibû girtin, ji çûn û hatinê re vekirin.
Ji ber barîna berfê li deverên bilind ên bajêr, Midûriyeta Çêkrina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê xebatên xwe didomîne. Ekîbên Midûriyeta Şaxa Xizmetên Herêmî ya Gundan li Akçasir, Înîgan, Hêlîn, Bêrox, Nedaran û Eskarê yên navçeya Pasûrê bi tevahî 300 kîlometre şebekeya rêyan vekirin.
Dema ku amûrên înşaetê ji bo rêyên ku ji ber berfa zêde hatine girtin bên vekirin bênavber dixebitin, ji sedî 90 rêyên 7 taxan ên hatin girtin hatin vekirin. Ekîb xebatên xwe yên paqijkirina berfê didomînin da ku di zûtirîn dem da qadên girtî bên vekirin û sewqiyata welatiyan a bi ewle bê kirin.
Â