Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo aramî û ewlehiya welatiyan ji bo sersalê dê bi hemû yekîneyên xwe li qadan bin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin dê bi hemû yekîneyên xwe li qadan bin da ku welatî di şeva sersalê de di nava aramî û ewlehiyê de dema xwe derbas bikin. Şaredarî bi girtina tedbîrên berfireh di gelek waran de yên wekî çûnûhatin, tenduristî û kontrolê dê li tevahiya bajêr bênavber xizmetê bide.
Li ser her rawestgehê otobusek peywirdar
Ji bo ku di şeva sersalê de gengeşe kêm bibe, ji bo veguhestina giştî seferên zêde hatin plankirin. Otobûsên nobedar dê li her rêgehê xizmetê bikin û ji bo welatiyan astengiyên hatinûçûnê bên astengkirin.
Otobus dê xizmeta belaş bikin
Di çarçoveya tedbîran de dê hemû otobusên şaredariyê di 1ê Çileya 2025an de roja Çarşemê xizmetê bêpere bidin.
Li dijî alkola sexte dê tedbîr bên girtin
Ekîbên Midûriyeta Tenduristiyê û Midûriyeta Zabiteyan li gel ekîbên şaredariya navçeyê dê li dijî paqijî û alkola sexte li qadan bin û gelek cihan kontrol bikin.
Ekîbên ku hemû tedbîr û bergiriyên xwe digirin ji bo ku gel şeva sersalê rehet û aram derbas bike, dê li dijî neyînîyên ku di dema kontrolên ku li seranserê bajêr bên kirin de derkevin holê, tevdîran bigire. Xebatên ku di vê çarçoveyê de bên kirin wê heta sibê dewam bikin.
Dê tavilê bersiva giliyan bê dayîn
Tîm dê tavilê bersivê bidin giliyên ji bo xeta 153 Çareseriya Serxetê ya Demildest û di amadebaşiyê de bin.
Â