Li Pasûrê kevirên ji kendalan ketin nav rê hatin paqijkirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li deverên çiyayî yên navçeya Pasûrê, rêyên ku ji ber kevir û lêmişta ligel baranê ji kendalan hate xwar, hatin girtin, hat malîn

Ji ber barîna berfê li deverên bilind ên bajêr, Midûriyeta Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê xebatên xwe didomîne. Bi barîna berfê re ekîbên ku li Taxa Kaleya navçeya Pasûrê ji ber kevirên ku ji pesaran ketin û şemitîn, bi amûrên înşaatê dest bi xebatê kirin da ku rêya girtî vekin.

Di xebata ku Şaredariya Pasûrê piştgirî da, ekîban perçeyên kevir û lêmişta ku ketibûn rê bi makîneyên kar paqij kirin. Bi saya xebata ekîban rêya girtî ji trafîkê re dîsa hat vekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê ji bo berdewamiya çûnûhatinê bidomîne dê xebatên xwe bidomîne.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31