Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi amadekirina Plana Çalakiya Avhewa û Enerjiya Dombar (SECAP) kir ku di têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de yek ji erkên wê ye. Armanca planê ew e ku heta sala 2030an belavbûna gaza serayê ji sedî 40 kêm bike.
Şaredariyê ji bo ku bandorên krîza avhewayê kêm bike û tedbîrên cuda bigire di sala 2021an de Danezana Avhewa û Enerjiyê ya Şaredarên Cîhanê îmze kir. Di vê çarçoveyê de, Serokatiya Guhertina Avhewa û Sifir Bermayiyan û Serokatiya Parastin û Kontrola Jîngehê li gorî "Hedefa Sifir GilêşBo Sala 2053an" ya Peymana Parîsê xebatên xwe didomînin.
SECAP çalakî û tedbîrên ji bo kêmkirina belavkirina gaza serayê di sektorên sereke yên wekî avahî, veguheztina bajarî, rêvebirina bermayiyan û alav/tesîsan de vedihewîne.
Alîkariyên aborî û civakî dê bên dayîn
Di çarçoveya SECAP-ê de, armanc ew e ku pêşî li bandorên neyînî yên ku ji ber krîza avhewa pêk tê bi kêmkirina rêjeya belavkirina salane û şopa karbonê ya serê mirovî were girtin. Plana ku dê rîskên wekî windabûna pirrengiya biyolojîk, şewata daristanan, pêlên germê û pirsgirêkên tenduristiyê kêm bike, dê ekosîstema herêmî jî biparêze û tenduristiya gel misoger bike.
Amadekariyên planê dest pê kirine
Şaredariya Bajarê Mezin a ku dest bi amadekirina Plana Çalakiya Avhewayê û Enerjiya Berdewam kir, bi plansaziya ku wê di çaryeka ewil a 2025an de biqede, armanc dike ku heta sala 2030'î li gorî sala 2019'an belavbûna gaza serayê ji sedî 40 kêm bike.
Pêşerojeke hêşîntir û berxwedêr
Şaredariya Bajarê Mezin, bi xurtkirina hevkariya navneteweyî ya bi SECAP re, armanc dike ku di têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de bibe bajarekî mînak. Ev gavên ku ji bo pêşerojeke kesktir û berxwedêr hatine avêtin dê destkeftiyên girîng ên hawîrdorî, aborî û civakî pêşkêşî gelê bajêr bike.
Â