Hevşaredar Bucak beşdarî civîna Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî Civîna Lijneya Rêveber a Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê ya ku li Urfayê hat lidarxistin bû.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî Civîna Lijneya Rêveber a Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê bû. Civîna ku li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Urfayê bi serokatiya Waliyê Diyarbekirê Murat Zorluoglu û bi mazûvaniya WaliyêUrfayê Hasan Şîldak hat lidarxistin. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Urfayê Mehmet Kasim Gulpinar, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya û Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê Yunus Çolak jî beşdarî civînê bûn.

Proje hatin nirxandin

Di civînê de, rewşa niha ya projeyên ku di çarçoveya Projeya Karsaziya Civakî, Hêzdarkirin û Hevgirtinê (SEECO) de, ku bi hevkariya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Banka Cîhanî û ji aliyê Yekîtiya Ewropî ve tê fînansekirin, pêk tên, hat nirxandin.

Di dema ku agahdarî di derbarê Bernameya Piştgiriya Veguherîna Kesk a Civakî ya Tevgir (SoGreen) de jî hate parve kirin, ku Banka Navdewletî ya Nûavakirin û Pêşketinê (Banka Cîhanî) dê fînansorê wê be, li ser rola ku dê ajans bigre ser xwe de agahiyên berfireh ji endamên desteyê re hatin dayîn. 

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31