Di civîna ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo bilezkirina xebatên jevqetandina gilêşên li ser çavkaniyê hat lidarxistin de, biryar hat dayîn ku xebatên jevqetandina bermahiyan li seranserê bajêr bên berfirehkirin.
Ji bo bilezkirina xebatên jevqetandina gilêşên li ser çavkaniyan li tevahiya bajêr bi kordîneya Rêveberiya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayiyan û Rêveberiya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, bi beşdariya hemû şaredariyên navçeyan civînek hat lidarxistin.
Prosedûr hatin diyarkirin
Di civînê de rewşa heyî ya pêvajoyên birêvebirina jêkqetandina gilêşan hate nirxandin û pêvajoyên koordînasyonê yên di navbera şaredariyên navçeyan û şîrketên xwedî lîsans de hatin nîqaşkirin. Di dema destnîşankirina prosedurên ku divê şaredariyên navçeyan di pêvajoyên birêvebirina bermahiyan de bişopînin, stratejiyên ji bo belavkirina xebatên jevqetandina bermahiyan li tevahiya bajêr hatin destnîşankirin. Her wiha plansazkirina mekanîzmayên kontrolê ji bo misogerkirina domdariya van xebatan ji mijarên girîng ên civînê bû.
Â