Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatiyên ku dixwazin di warê çand û hunerê de xwe pêş bixin, bernameya kursa bêpere pêk tîne. Serlêdanên ku dê heta 31ê Çileyê bidomin dê bi rêya www.dismek.org.tr bên kirin.
Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ji bo kesên ku dixwazin xwe di warê çand û hunerê de bi pêş bixin, bernameyeke kursa têrtijî amade kir. Kursên ku ji şanoyê heta muzîkê, sînemayê heta hunerên dîtbarî, perwerdehiya ziman heta govendan di warên cûrbecûr de têne pêşkêşkirin dê firsendê bide beşdaran ku şiyanmendiyên xwe kifş bikin û xwe bi pêş bixin.
Ji her temenî hezkiriyên hunerê dê werin cem hev
Kursên ku dê li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê bi mamosteyên pispor bêpere bên lidarxistin dê ji her temenî hezkiriyên hunerê bînin cem hev. Derfeta wergirtina perwerdehiyê di gelek waran de wek hunerên şanoyê, resim, govend, sînema û ziman pêşkêşî dike, bername armanc dike ku hem di pêşkeftina kesane ya mirov de hem jî ji çanda civakî re bibe alîkar.
Kota bi sînor e
Serîlêdana destpêkê ji ber kotayên tixûbdar girîngiyeke mezin e. Kesên ku dixwazin beşdarî kursan bibin dê di navbera 6-31 Çile de bi rêya www.dismek.org.tr serlêdana xwe bikin.
Â