Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Bernameya Perwerdehiya Mafên Mirovan a Jinan (KÎHEP) ya ji bo jinan e û maweyê 16 hefte ye, da destpêkirin.
Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, di çarçoveya kampanyaya "“Gotina me neqediya; Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" Bernameya Perwerdehiya Mafên Mirovan a Jinan (KÎHEP) da destpêkirin. Bernameya ku bi hevkariya Komeleya Mafên Mirovan a Jinan (KÎH) ku ji bo jinan bernameyên perwerdehiya mafên mirovan ên berbelav û domdar pêş dixe û pêk tîne hat destpêkirin, wê hefteyê carekê bê kirin û bi giştî 16 hefteyan bidome. Bernameya ku ji aliyê Perwerdekara KÎHEP'ê Rojda Kizgin ve hat lidarxistin, bi beşdariya 19 xebatkarên jin xebatên xwe yên koma 3'yemîn bi dawî kir.
'Jin hê jî li dijî cudakariyê têdikoşin'
Perwerdekara KÎHEP'ê Rojda Kizgin der barê naveroka bernameya perwerdeyê de agahî da û diyar kir ku jin û mêr xwedî mafên wekhev in û ev rewş di Destûra Bingehîn de hatiye misogerkirin û tevî vê yekê hê jî di gelek waran de cih ji jinan re nayê dayîn ku bibin kesayet. Kizgin got, "Di nava şêwazên jiyanê yên ku ji aliyê rolên zayendî ve hatine diyarkirin de, jin hîna jî neçar in li hemberî qedexeyên zayendîparêz û cihêkariyê têbikoşin." Kizgîn da zanîn ku ji bo jin li her qadê xuya bin û aktîf bibin, pozîsyona xwe xurt bikin û wekheviya zayendî pêk bînin pêwîstî bi têkoşîneke demdirêj heye û weha axivî:
“Ji ber vê sedemê girîng e ku jin mafên xwe di qada neteweyî û navneteweyî de bizane û wan biparêze û bi cih bîne û bi parvekirina jinên din re wan belav bike. Armancên sereke yên bernameyê di nav xwe de hişyarkirina mafên me yên mirov, hemwelatî û jinan û çawaniya kevneşopî, adet û kiryarên rojane yên ku em dikarin ji wan re qanûnên devkî bi nav bikin, destnîşan dikin, sînordar dikin an mafên me binpê dikin. Digel ku bername dê jinan wek takekes xurt bike, dê di heman demê de tevkariyên erênî li cihê kar, têkiliyên civakî û malbatî jî bike. Em wek jin bi parvekirina tecrubeyên xwe, li hemberî van pirsgirêkan berxwedanê nîşan bidin û çareseriyan bibînin, beşeke girîng a bernameyê ye."
Mijarên bernameyê
Mijarên di bernameya ku dê xebatên komî bên lidarxistin de wiha ne: "Mafên Jinan ên Mirovan, Destûra Bingehîn û Medenî, Tundiya li Ser Jinê û Şîdeta li Malê, Stratejiyên Li Dijî Tundiyê, Mafên Aborî yên Jinan, Ragihandin, Perwerdehiya Zarokan a Hesas Rola Zayendî û Mafên Zarokan, Jin û Zayendî, Jin û Mafên Berhilberînê, Jin û Siyaset, Femînîzm û Tevgera Jinê, Rêxistinbûna Jinan.”