Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, esnafan li Kolana Lîsê ya navçeya Yenîşehîrê ziyaret kir û li daxwazên wan guhdarî kir.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, esnafên li Kolana Lîsê ya navçeya Yenîşehîrê ziyaret kir. Bucak li kolanê yek bi yek serdana esnafan kir û rastî eleqeyeke mezin hat. Esnafan zehmetiyên aborî yên ku dijîn ji Hevşaredar Bucak re vegotin.
Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ê li gel esnafan bin û destnîşan kir ku wan soza ku beriya hilbijartinê dabûn bi serdana esnafan pêk anîn.
Hevşaredar Bucak ji bo esnafan daxwaza dagirkirina peyarêkan, paqijkirin û çopê kir, dezgehên pêwendîdar peywirdar kir.
Zarokên ku li ser peyarêkê rastî Hevşaredar Bucak hatin, xwestin li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê ya ku lê dijîn park bê çêkirin. Hevşaredar Bucak bi zarokan re sohbet kir û diyar kir ku ew ê daxwaza parkkirinê ji Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan re ragihînin.
Hevşaredar Bucak di serdana xwe ya esnafan de Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Ergûn, Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş, Midûrê Zabiteyan Veysî Rûzgar û endamên meclîsê jî li gel hevşaredar Bucak bûn.
Â