Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, malbata xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş a 21 salî ya ku cenazeyê wê 18 roj piştî windabûna wê li Wanê hat dîtin, ziyaret kir û diyar kir ku divê edalet pêk were.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, çû serdana malbata Rojîn Karabaşê ya li Amedê dijî, ku Rojîn xwendekara pola ewil a Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYÛ) ya Beşa Pêşdebirina Zarokan di 27’ê Îlonê de li Wanê ji wargeha ku lê dima derketibû û winda bûbû, paşê di 15'ê Cotmehê de cenazeyê wê li Wanê, li Taxa Mollaqasimê hatibû dîtin.
Hevşaredar Bucak: Em amade ne ku çi ji destê me tê bikin
Hevşaredar Bucak ji aliyê bavê Rojîn Kabaiş Nîzamettîn Kabaiş û dayika wê ve hat pêşwazîkirin. Bucak careke din sersaxî ji malbatê re xwest û destnîşan kir ku divê di zûtirîn dem de edalet pêk were. Hevşaredar Bucak got, "Em dixwazin bi we re têkoşîna edaletê bidomînin. Em amade ne ku li her demê û li ku be, çi ji destên bê em bikin. Em vê bûyerê nadin jibîrkirin heta ku edalet pêk tê.”
'Divê yek pirs jî bê bersiv nemîne'
Bavê Rojîn Kabaiş Nîzamettîn Kabaiş, diyar kir ku mirina bi guman weke întîxar dîtin êşa wî hîn kûrtir kir. Kabaiş got, "We peywira xwe bi cih anî, lê saziyên pêwendîdar dereng man. Ez bi qasî Rojînê ji Narînê re xemgîn im. Di vî warî de kesên xwedî wijdan çi pêwîst be dê bikin. Ji bo em karibin aştiyê bibînin divê edalet pêk were. Ez nikarim qebûl bikim ku tew yek pirs jî bêbersiv bimîne.”
'Tu ne bi tenê yî'
Li ser vê yekê Hevşaredar Bucak peyama xwe ya piştgiriyê da û got, "Tevahiya bajar vê daxwaza edaletê parve dike, lewma hûn ne bi tenê ne. Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin we."