Şaxa sêyemîn a Xwaringeha Gel li Sûrê vedibe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwaza welatiyan, şaxa sêyemîn a Xwaringeha Gel li navçeya Sûrê vedike.

Daîreya Xizmetên Civakî ya ku ji bo kêmkirina valahiya di navbera dabeşkirina dahatê de li gorî feraseta şaredariya civakî tevdigere, projeya Xwaringeha Gel ya ku pêk aniye berfireh dike da ku xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî welatiyan bike. Yekemîn Xwaringeha Gel di 29'ê Tebaxê de li Kolana Hunerê a Taxa Koperatîfan a navçeya Yenîşehîrê hat vekirin; Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya ku li Taxa Mewlana Halit a navçeya Baglarê li ser Kolana Emekê şaxa duyemîn vekir, dê li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê jî şaxa sêyemîn pêşkêşî gel bike.

Vekirin dê di rojên pêş de bê kirin

Şaxa sêyemîn a Xwaringeha Gel a li ser Kolana Îskenderpaşa ya pişt Bankeya Navendî ye, dê di rojên pêş de bê vekirin û piştî xebatên nûjenkirinê bi dawî bûn dê dest bi xizmetê ji gel re bike.

Wê rojê xizmeta hezar kesî bike

Xwaringeha Gel a nû ya li Sûrê ji bilî rojên yekşemê her roj saet di navbera 12.00-17.00ê de wê xizmetê bike. Bi 70 lîreyî dê li xwaringehê xwarina 4-celeb bê dayîn. Xwaringeha ku tê xwestin bi taybetî dê welatiyên kêmdahat û xwendekaran sûd jê werbigire, rojane bi kapasîteya hezar kesî hatiye çêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî hewcedarî û daxwazê plan dike ku hejmara Xwaringehên Gel zêde bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31