Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê di 13ê Çileyê de cejna sersalê li dar bixe, ku bi sedsalan e li herêmê pîrozbahiyên wê bi çalakiyên rengîn tên lidarxistin.
Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, Midûriyeta Çand û Karûbarên Civakî û Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê dê di 13ê Çile de ku li gorî salnameya Rûmî wek sersala nû hatiye qebûlkirin û li herêmê bi sedsalan bi çalakiyên rengîn hatiye pîrozkirin, çalakiyekê li dar bixin. Di çalakiya Sersalê ya ku dê di navbera saet 16.00-18.00an de li Parka Koşuyolu ya navçeya Baxlarê bê lidarxistin, wê gelek pêşandan bên lidarxistin.
'Em li bendê ne ku gele me beşdarî çalakiyê bibe'
Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan, der barê çalakiyê de agahî da û diyar kir ku ew ê li Parka Koşuyoluyê çalakiya serê salê li dar bixin û wiha got: “Em wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 13ê mehê roja duşemê, serê salê pîroz dikin. Em ê kevneşopiya xwe ya Sersalê bi tevlêbûna zarok, ciwan, pîr û dayikên xwe bidomînin. Em wek şaredariyên bajar û navçeyan hêviya beşdarbûna gelê xwe dikin."
Â