Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, esnafên li Kolana Emek a navçeya Baxlarê ziyaret kir û li pirsgirêkên wan guhdarî kir.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, serdanên xwe yên li esnafan berdewam dike. Hevşaredar Bucak li gel Hevşaredarên Baxlarê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk esnafên li Kolana Emek a Taxa Mewlana Xalit a navçeya Baxlarê ziyaret kirin.
Bucakê ku ji Xwaringeha Gel a li ber deriyê Kolana Emekê dest bi serdanên xwe kir, xebatkarên xwaringehê û welatiyên ku xwarinê dixwarin silav kir. Bucakê ku yek bi yek kargehên li ser kolanê geriya û li pirsgirêkên gel guhdarî kir, ji aliyê esnaf û şêniyên taxê ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Esnaf û welatiyan daxwazên xwe anîn ziman
Esnaf û welatiyan daxwazên xwe yên li ser paqijî, çêkirina rê, bazar, alîkariya civakî û sererastkirina kolanan ji Hevşaredar Bucak re anîn ziman. Dikandarek der barê pirsgirêkên paqijiya hawirdorê de got, "Em danê sibehê beriya vekirina dikana xwe jîngehê paqij dikin, ger em piştgiriyê bidin şaredariyê wê bajarê me paqijtir bibe."
Bucak ji bo ku guh bidin daxwazên welatiyan û ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavên pêwîst bavêjin, serokên daîreyan wezîfedar kir.
Di serdanê de ligel Hevşaredar Bucak, Hevberdevkên Meclîsê Emîne Akin û Abdulselam Înceoren, Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Berîvan Guneş, Serokê Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê Ozgur Tekîn, Serokê Daîreya Karên Fenî Serdar Bakir, Serokê Daîreya Parastin û Kontrol û Derdorê Îbrahîm Yalçin, Midûrê Îtfaiyeyê Metîn Alar, Midûrê Zabiteyan Veysî Rûzgar û endamên meclîsê amade bûn.
Â