Meclîsa Jinan civîna xwe ya meha Çile li dar xist

Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, civîna xwe ya meha Çile li dar xist.

Meclîsa Jinê ya ku di meha Cotmehê de di bin pêşengiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de bi tevlêbûna xebatkarek jin a ji beşên Şaredariya Bajarê Mezin û nûnerên endamên meclîsa şaredariyê hate avakirin, ji bo civîna Çileyê hatin cem hev.

Meclisa Jinan a ku di hefteya ewil a her mehê de ji bo xebatên li ser wekheviya zayendî ya li şaredariyê dicive, di civîna xwe ya Çile de li ser perwerdehiya ji bo xebatkarên şaredariyê, çareseriya pirsgirêkên xebatkarên jin û xebatên ji bo 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan bên kirin nîqaş kirin.

Meclîsa Jinan wê di 17ê Çile de careke din bicive û plansaziyên berbiçav çêbike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31