Hevşaredar Bucak Bi Serdana Saziyên Pîşeyî Roja Rojnamegerên Kedkar Pîroz Kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, îro serdana Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat û Komeleya Rojnamegerên Başûrrojhilat kir û 10ê Çileyê Roja Rojnamegerên Kedkar pîroz kir.

Di serdana xwe ya yekem de li Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), Hevşaredar Bucak ji aliyê Hevserokê Giştî yê DFGê Selman Çîçek û endaman ve hat pêşwazîkirin. Bucakê di axaftina xwe de got: "Ez Roja Rojnamegerên Kedkar li hevalên ku kevneşopiya çapemeniya azad didomînin pîroz dikim. Kevneşopiya ragihandina nûçeyan bi serhişkî berdêla xwe heye û mixabin hevalên me carinan bi canê xwe didin. Tirkiye di pêvajoyeke dijwar de ye û di warê azadiya derbirîn û çapemeniyê de li jêr endeksê ye, lê eger kevneşopiya Apê Mûsa û çapemeniya azad nebûya, em ê îro ji rewşa heyî zêdetir di bin nîrê sansûrê de bûna."

Hevserokê DFGê Selman Çîçek jî wiha axivî: "Di rewşeke wiha de pîrozkirina Roja Rojnamegerên Kedkar gelek tal e, lê dîsa jî pêwîstî bi pîrozkirinê heye. Me tu car hêviya xwe winda nekiriye. Em bawer dikin ku ev serdan dê hevgirtinê xurttir bike."

Serdana GGCê

Piştî DFGê, Hevşaredar Bucak serdana Komeleya Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) kir û li wir ji aliyê Serokê GGCê Felat Bozarslan, endamên komeleyê û gelek rojnamegeran ve hat pêşwazîkirin. Bucakê roja rojnamegeran li hemû rojnamegerên ku ji raya giştî re xizmeta nûçeyên rast dikin pîroz kir. 

Serokê GGCê Felat Bozarslan ji bo vê hevgirtinê spasiya Hevşaredar Bucak kir. Di serdanê de pirsgirêkên rojnamegeran û girîngiya azadiya çapemeniyê hatin nirxandin.

Vekirina Dezgeha Azîz Korkmaz

Piştre Hevşaredar Bucak beşdarî vekirina "Dezgeha GGCê ya Azîz Korkmaz" bû ku ev dezgeh li ser navê rojnameger Azîz Korkmaz ê di sala 1975an de jiyana xwe ji dest dayî hatiye avakirin. Bucakê di merasîma vekirinê de girîngiya bîranîn û yadkirinê destnîşan kir û wiha got: "Ez bi rêzdarî serî li ber Azîz Korkmaz û nirxên ku wî afirandine ditewînim. Wî jiyana bi sedan rojnameger, malbat û hevrêyên xwe dewlemend kir. Di 10ê Çileyê, Roja Rojnamegerên Kedkar de, em dixwazin ji cihekî bi hêvî biaxivin ku tê de mafên rojnamegeran tên parastin û rojnameger nayên kuştin. Divê em rojnamegerên ku li Rojhilata Navîn, Sûriye, Filistîn û herêma me jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan jî radestî malbatan nebûne bi bîr bînin. Ez bi hurmet li hember berdêlên ku ji hêla wan ve hatine dayîn serî ditewînim."

Bertek Li Hemberî Binçavkirinan

Bucakê di berdewama axaftina xwe de bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê da û wiha got: "Her cara ku desthilatdar li vî welatî qala aştî û demokrasiyê dikin, qeyûman tayînî şaredariyên me dikin. Em careke din dibêjin, hevşaredarên me yên Şaredariya Akdenîzê îradeya vî gelî ne û ew nûnerên gel in. Divê demildest dev ji vê siyaseta şaş berdin."

Piştî axaftinan Hevşaredar Bucak û beşdaran bi hev re qurdele birîn û dezgeh hat vekirin.

Di dawiyê de, Hevşaredar Bucak li buroya çapemeniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin bi rojnamegeran re civiya û 10ê Çileyê Roja Rojnamegerên Kedkar pîroz kir. Wê di civînê de girîngiya azadiya çapemeniyê û hevgirtinê anî ziman.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31