Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî merasîma ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Başûrê Rojhilat ve hatibû lidarxistin bû û got: "Ez hêvî dikim ku sibehên xweş û birûmet ji bo hemû gelan bi pênûsa we bên nivîsandin."
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, beşdarî merasîma xelatdayîna pêşbaziya 'Rojnamegerên Serkeftî yên Salê' bû ku îsal ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) ve ya 38'emîn tê lidarxistin. Li merasîmê ku li oteleke li navçeya Sûrê hat lidarxistin, li gel Hevşaredar Dogan Hatun, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên pîşeyî yên rojnamegeran û gelek rojnameger beşdar bûn.
Hevşaredar Hatun: Em parastina gihîştina agahiyên azad û bêsansûr dikin
Hevşaredar Dogan Hatun, di axaftina xwe de li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin silav li hemû beşdaran kir. Hevşaredar Hatun bal kişand ser zehmetiyên rojnamegeriyê li Rojhilata Navîn û wiha got: "Me dixwest ku îro em behsa tiştên xweştir û kêfxweştir bikin; bêguman divê bi gotina 'mafê agahîgirtinê û çêkirina nûçeyan pîroz e' rojnamegerî bi awayekî azad bê kirin, lê mixabin em li Rojhilata Navîn dijîn, nivîsandina azad mixabin bûye tiştekî ne mimkûn. Gelek hevalên me yên rojnameger ji bo nûçeyên rast canê xwe didin. Ez bi rêz û spasî rojnamegerên ku li Filistîn û Sûriyeyê hatine qetilkirin bi bîr tînim. Rojnameger ji bo agahdarkirina civakê canê xwe datînin holê. Ne tenê îro, lê di tarîtiya salên 1990'î de jî; Apê Mûsa, Hafiz Akdemir, Aziz Korkmaz û gelek kesên din hatin qetilkirin. Em hem wek takekes û hem jî wek hevserokê şaredariyê, wek her zindiyê ku li civakê bêhn digire, mafê gihîştina agahiyên azad û bêsansûr diparêzin. Ji ber vê yekê, ez careke din li pêşberî hemû kedkarên çapemeniya azad bi rêz serî ditewînim."
'Taybetmendiya rastiyê heye ku derkeve holê'
Hatun, ku bîr anî ku bi dehan rojnameger tenê ji ber ku rastî nivîsandine birine xistin girtîgehê, axaftina xwe wiha domand: "Îdiaya me ew e ku em jiyaneke azad û dadperwer ji pêşerojê re bihêlin. Bêguman amûra herî baş a vê yekê agahiyên rast û çapemenî ye. Bêguman taybetmendiya rastiyê heye ku derkeve holê. Îro hûn dikarin bi sansûrê rastiyan ji civakê veşêrin, lê taybetmendiya rastiyê heye ku derkeve holê. Pêşniyara min ji wan kesan re heye ku sansûrê pêk tînin; bihêlin bila mirov bi azadî tiştên ku dixwazin binivîsin. Bihêlin bila me rexne bikin. Em tenê bi rexneyan dikarin bibin rêveberekî xurt. Tenê rexne dikarin me ber bi sibehên xweş ve bibin."
'Ji bo gelan pêvajoyeke dîrokî tê jiyîn'
Hevşaredar Hatun, ku bal kişand ser piştgiriya çapemeniya herêmî, wiha got: "Mixabin em saziyeke giştî bi rê ve dibin, lê giştînameyek bi navê tedbîrên tasarufê danîn pêşiya me. Em jî nikarin wek ku em dixwazin piştgiriyê bidin rojnamegerên herêmî. Helbet em dikarin bi hev re nîqaş bikin û rêbazekê bibînin, lê bizanin ku ev çîrok ne ji me ye. Em wek rêveberiyên herêmî rojnamegeran bi awayekî wekhev û dadperwer vedixwînin hemû çalakiyan, eger çalakiyek me hebe em hewl didin wan beşdar bikin. Eger rexne hebin bila rojnameger bi cesaret binivîsin. Lê ez dixwazim bi dilvekirî vê jî bibêjim, em pêvajoyeke dîrokî dijîn. Ne tenê ji bo me pêvajoyeke dîrokî ye, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêvajoyeke dîrokî tê jiyîn. Eger qedera me tê diyarkirin, em vê yekê dixwazin; jiyaneke birûmet, aştiyeke birûmet. Bi hêviya ku sibehên xweş û birûmet ji bo hemû gelan bi penûsa we bên nivîsandin, ez bi rêz silav li we hemûyan dikim."
Piştî axaftinan, di encama pêşbaziyê de di gelek beşan de 12 berhem xelata yekemîn û 7 berhem jî xelata mansiyonê wergirtin. Hevşaredar Hatun xelat da Aziz Aslan ê ji Ajansa Anadoluyê (AA).
Â