Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di civîna Meclîsa Jinan a Konseya Bajêr de axivî û diyar kir ku bi rakirina newekheviyên civakî dixwazin hişmendiya azadiya jinê hîn zêdetir pêş bixin.
Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê 1. Civîna xwe ya Asayî li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê li dar xist. Di civînê de Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, hevşaredarên navçeyan, endamên Komîsyona Jinan a Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, rêxistinên jinan, nûnerên partiyên siyasî û muxtarên jin amade bûn.
Armancên Meclîsa Jinan
Beriya civînê Sekretera Giştî ya Konseya Bajêr Selvî Tunç der barê xebatên Meclîsa Şaredariyê û civînê de agahî dan. Tunç, destnîşan kir ku Meclîsa Jinê ji bilî toreke ku parêzvaniya mafên jinan dike, di rojeva xwe de gelek armanc jî hene û got, ew ê li dijî tundiya li ser jinê gavan biavêjin, bajarên dostê jinan ava bikin û bi vî rengî hewl bidin, xizmetên ku li bajêr tên kirin jin jî jê sûdmend bin.
Piştî hilbijartina Lijneya Rêveberiyê axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak ve hat kirin.
Hevşaredar Bucak: Armanca me avakirina wekheviya zayendî ye
Hevşaredar Bucak, bal kişand ser wê yekê ku bi jinên ku di jiyana civakî de tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin, pir bi qîmet e û wiha got: “Bê guman em pir bi kelecan in, bi taybetî di dema civînên jinan de, heyecana me qat bi qat zêde dibe. Ji ber ku piştî civînan hemû biryar û nexşerêya me helbet avakirina wekheviya zayendî, rakirina newekheviyên civakî û hîn zêdetir pêşxistina hişmendiya azadiya jinê ye."
'Em dixwazin ku ew polîtîkayên xwe pêşkêşî me bike'
Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku Konseya Bajêr di pêvajoya qeyûm a 8 salan de nekarî bicive û got, “Lê belê ev serdem cuda ye, em di serdemeke ku hêviyên me hîn zêdetir in de ne. Ji bilî Hevşaerdartî û rêveberiya DBB'ê; Em dixwazin pêvajoyeke ku di vî bajarî de cih girtiye, meclîsên xwe ava kirine û van meclîsan perspektîf û polîtîka pêşkêşî rêveberiyên herêmî kirine, derxin holê. Wek hevşaredar û hilbijartî em soz didin ku em ê polîtîkayên azad, serbixwe, beşdar û piralî yên Konseya Bajêr ku rêberiya me dike û nexşerêyek pêşkêşî me dike, pêş bixin.”
'Em girîngiyê didin pirdengîtiyê'
Bucak avakirina Meclîsên Astengdaran û Meclîsên Çand û Hunerê yên Konseya Bajêr bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew ê komên xwe yên xebatê ava bikin, lê em herî zêde girîngiyê didin Meclîsa Jinan. Ji bo me tişta herî bi nirx Meclîsa Jin e. Hevalên me ji bo avakirina vê meclisê gelek xebat kirin. Heta niha gelek jinên bajêr bi rêxistinên jinan û saziyên sivîl re hatin cem hev. Em girîngiyeke mezin didin vê pirdengiyê. Ji bo vê yekê ez spasiya her kesê ku keda wan di avakirina vê meclisê de heye, dikim. Ez spasiya we dikim ku hûn hatin û ev roj watedar kir.”
Pirsgirêkên girêdayî bajêr hatin nîqaşkirin
Piştî axaftinan beşdar li ser pirsgirêkên bajêr rawestiyan û bal kişandin ser wê yekê ku bikaranîna tiryakê, îstismara zarokan û fihûşê pirsgirêkên girîng ên bajêr in. Jinan her wiha pêşniyar kirin ku li ser sazî û çalakiyên ji ber qeyûm hatin girtin xebatên bîranînê û civakîbûnê bên lidarxistin.
Civîn piştî hilbijartina Desteya Rêveber a Meclîsa Jinan û parvekirina daxwazan bi dawî bû.