Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo ku erdên bê av bigihîne avê û bi vî awayî piştgiriyê bide çandinî û xwedîkirina sewalan, li bendên ava vexwarina heywanan û yên ji bo avedana çandiniyê xebatên tamîrkirinê û zêdekirina kapasîteyê dimeşîne.
Serokatiya Xizmetên Gundan, ji bo pêşxistina çandinî û xwedîkirina sewalan xebatên xwe didomîne. Tîmên girêdayî Serokatiyê, li seranserê bajêr ji bo bikaranîna ava bi berhem û gihandina avê li erdên bê av projeyên nû çêdikin.
Di çarçoveya projeyan de tîmên Şaredariya Mezin, li taxa Harmanardiyê ya navçeya Kayapinarê, li mezraya Kervanpinarê ya taxa Büyükkadiyê ya navçeya Surê, li mezraya Kengerliyê ya taxa Agaçlidereyê û li taxa Bircemalê ya navçeya Çêrmûgê xebatên tamîrkirin û zêdekirina kapasîteya bendên ava vexwarina heywanan û yên ji bo avedana çandiniyê dimeşînin.
Li bendên Harmanardî û Kervanpinarê xebat hatine temamkirin, lê li Kengerlî û taxa Bircemalê xebat berdewam in.
Ji bendên li taxên gundan 1400 cotkar dê sûd wergirin, li qada 4000 doniman rez û bexçe dê bigihêjin avê. Bend dê ava vexwarinê ya 11800 heywanan jî dabîn bikin.