Hevşaredar Bucak: Em destwerdana qeyûman qebûl nakin

Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajêr de Hevşaredar Serra Bucak, li hember tayînkirina qeyûm li Şaredariya Akdenizê nerazîbûn nîşan da û got: "Destwerdana qeyûm ne yasayî ye û em qebûl nakin."

Meclîsa Şaredariya Bajêr rûniştina xwe ya asayî ya meha çileyê pêk anî. Di civînê de ku bi serokatiya Hevseroka Şaredariya Bajêr Serra Bucak ve hat lidarxistin, endamên meclîsê beşdar bûn.

'Bi destê qeyûm destdirêjî/xesp pêk hat' 

Di destpêka civînê de Hevşaredar Bucak, li hember binçavkirina hevserokên Şaredariya Akdenîzê û tayînkirina qeyûm nerazîbûn nîşan da. Bucak wiha axivî: "Li Şaredariya me ya Akdenizê bi destê qeyûm destdirêjîyek pêk hat. Hevserokên me ligel endamên meclîsê yên hilbijartî hatin binçavkirin. Em wek Şaredariya Bajêr a Amedê careke din dibêjin ku destdirêjiya qeyûm ne yasayî ye. Em dixwazin bibêjin ku birêvebirina welatekî bi tayînkirina qeyûman û paşguhkirina îradeya hilbijartinê ya gel, di dema dirêj de tu kara wê tune ye. Em di aliyekî de kêfxweşiya xwe ya ji ber axaftina li ser demokrasî û aştiyê tînin ziman, di aliyê din de jî em xespkariya qeyûman qebûl nakin."

'Gelek alî dibînin ku darbeya qeyûm ne demokratîk e' 

Hevşaredar Bucak balê dikişîne ser duberîtiya vê rewşê û dibêje: "Ji rojhilatê Tirkiyeyê heta rojavayê wê gelek alî dibînin ku darbeya qeyûm ne demokratîk e û nayê domandin, lê mixabin pergal bi xwe nabîne û siyaseteke bêçare dimeşîne. Em dizanin ku di welatekî ku rêz li îradeya gelan û mafê hilbijartin û hilbijartinê yê gelan nagire de, aştî, demokrasî û biratî nayên axaftin."

'Hilmijîna wê hewayê serbilindî bû' 

Bucak tîne bîra me ku piştî binçavkirina hevserokên Şaredariya Akdenizê, ji bo piştgiriyê çûye ber Şaredariya Akdenizê û wiha dibêje: "Navçeya Akdenizê bi hemû aîdiyetên xwe û nasnameyên xwe navçeyeke taybet e û bi rêjeya dengê 36 ji sedî serokên xwe hilbijartiye. Li wê derê hilmijîna wê hewayê, dîtina berxwedana dayikan hem serbilindî û hem jî motîveker bû ji me re. Ez hêvî dikim ku hemû heval herin wê derê, wê hewayê hilmijin û piştgiriyê nîşan bidin. Em bawer dikin ku hêviya gelan dê cihê xwe bibîne û ev darbeya qeyûm jî dê di demeke nêz de bi dawî bibe."

Piştî vekirina civînê û amadebûnê, xalên rojevê hatin dengdanê.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31