Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di serdanên xwe yên li Enqereyê de bi nûnerên Ofîsa Koordînatoriya Rûniştî ya NY û UNICEFê ya li Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anîn.
Hevserokên Şaredariya Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun li Enqereyê çend serdan pêk anîn. Di vê çarçoveyê de Hevserok bi Nûnerê Ofîsa Koordînatoriya Rûniştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Tirkiyeyê Babatunde A. Ahonsi û Nûnerê UNICEFê (Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî) yê Tirkiyeyê Paolo Marchi re civiyan.
Armancên domdar hatin gotûbêjkirinÂ
Di hevdîtina bi Koordînatorê Rûniştî yê NY li Tirkiyeyê Babatunde A. Ahonsi re, armancên bingehîn ên Plana Stratejîk a 2025-2029 a Şaredariya Mezin a Amedê hatin nirxandin. Di hevdîtinê de, armancên sereke yên wek pêşveçûna civakî, têkoşîna li dijî guherîna îqlîmê, projeyên bingehîn, pêşketina aborî û wekheviya civakî û bicihkirina van armancan bi awayekî li gorî amûrên pêşketina domdar a li asta herêmî hatin gotûbêjkirin. Her wiha, piştgiriyên ku ajansên NY dikarin di van mijaran de pêşkêş bikin jî hatin nirxandin.
Mijarên gotûbêjkirî dê bibin mijara civîna NYyêÂ
Koordînatorê Rûniştî yê NY Ahonsi diyar kir ku hevdîtin gelek baş derbas bûye û bal kişand ser girîngiya Şaredariya Mezin a Amedê. Ahonsi ragihand ku mijarên ku di hevdîtinê de hatine rojevê, dê bibin mijara sereke ya civîna koordînasyonê ya ku hefteya bê bi ajansên NY re bê lidarxistin.
Gava hevkariyê bi NYyê reÂ
Di hevdîtinê de mijarên wek zêdekirina vexwendinan ji bo beşdariya çalaktir di çalakiyên NYyê de, pêşkêşkirina piştgiriya darayî û teknîkî û tayînkirina berpirsiyarekî têkiliyê ji Koordînatoriya Rûniştî ya NY li Tirkiyeyê ji bo ragihandina rasterast jî hatin rojevê.
Hevdîtin wek gaveke girîng a ji bo xurtkirina hevkariya navneteweyî ya şaredariyê û gihîştina armancên li gorî amûrên pêşketina domdar hat nirxandin.
Hevdîtin bi UNICEFê reÂ
Hevserok paşê bi Nûnerê UNICEFê yê Tirkiyeyê Paolo Marchi re civiyan û mijarên pêşxistina hevkarî û projeyên hevpar nirxandin. Di civînê de biryar hat dayîn ku şaredarî di projeyên UNICEFê de çalak beşdar bibe, ji projeyên heyî re piştgiriya teknîkî û darayî bê dayîn û hevkarî bê xurtkirin.
Nûnerê UNICEFê yê Tirkiyeyê Marchi diyar kir ku ew ê di demeke nêzîk de heyeteke teknîkî bişînin Diyarbekirê û dê di mijara hevkariya projeyê de gavên berbiçav bên avêtin. Her wiha hat destnîşankirin ku Diyarbekir dê di hevkariyên ji bo fînanskirina projeyan bi beşa taybet re cih bigire û bajar wek "bajarekî zarokan" di qada balkêşiya taybet a UNICEFê de ye.
Hevdîtin wek gaveke girîng a ji bo bi lez bicihkirina projeyên ku dê kalîteya jiyana zarok û ciwanan bilind bikin hat nirxandin.
Di hevdîtinan de Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim, Serokê Daîreya Etud û Projeyan Murat Akbaş, Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsê Rêveberiyên Herêmî yê Partiya DEMê Mehmet Ruştu Tiryaki û Berpirsê Têkiliyên Derve yê Navenda Giştî ya Partiya DEMê Evren Çevik li gel Hevserokan amade bûn.
Â