Hevşaredaran bi Seroka JICA ya Tirkiyeyê re hevdîtinek pêk anî

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi Seroka Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Japonya (JICA) ya Tirkiyeyê Watanabe Daisuke re hevdîtinek kir.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, di berdewamiya peywendiyên xwe yên li Enqereyê de, bi Serokê Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Japonya (JICA) ya Tirkiyeyê Watanabe Daisuke re hatin cem hev.

Di hevdîtinê de ku mijarên hevkariya teknîkî û piştgiriya aborî hatin gotûbêjkirin de, bi taybetî di çarçoveya projeya Navenda Koordînasyona Afetê (AKOM) de alîkariya şêwirmendiya teknîkî ya ku ji şaredariyê re lazim e hat rojevê. Daisuke diyar kir ku JICA dikare ji bo projeya mijara gotinê piştgiriya pisporan bike.

Di civînê de mijara fînansekirinê jî hate nîqaşkirin. Hat diyarkirin ku JICA di encama danûstandinên bi Wezareta Xezîne û Darayî re dikare ji bo projeyên şaredariyan desteka aborî bide. Civîn di xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ji bo pêşxistina hevkariya navneteweyî de gaveke girîng hat nirxandin.

Di civînê de Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim û Serokê Daîreya Lêkolîn û Projeyan Murat Akbaş bi Hevşaredaran re amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31