Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya 4 şaredariyên navçeyên navendê, ji bo çareseriyê ji daxwazên gel re bê peydakirin, xebat hatin destpêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku welatî bi hêsanî xwe bigihînin rêveberiyên herêmî çalakî li dar xist. Di vê çarçoveyê de bi hevkariya Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê, şaredariyên Baglar, Yenîşehîr, Kayapinar û Sûrê, di pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin de yekemîn civîna ji bo avakirina Koordînasyona Têkiliyên Gel hate lidarxistin.
Alîkara Sekreterê Giştî Nurhak Sînan Akincî, Seroka Daîreya Weşan û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş, Midûrê Şaxa Têkiliyên Gel Solmaz Okten, endamên meclîsa şaredariyan û xebatkarên têkiliyên gel ên 4 şaredariyên navçeyên navendî beşdarî civîna li avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin bûn.
Piştî axaftina vekirinê beşdaran daxwazên xwe anîn ziman û nêrînên xwe derbirîn.
Dabeşkirina erk û desthilatan di navbera şaredariyan de
Seroka Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel Guneş, diyar kir ku ji bo parvekirina erk û rayeyên di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyan de, di warê têkiliyên gel de ji bo yekîneyên eleqedar xebatên hişyarî û rênîşandanê li dar bixin.
Guneş bal kişand ser girîngiya avakirina koordînasyonê ji bo çareseriya lezgîntir ji daxwazên gel re û ev tişt got: “Li gel rêziknameyên ku dê pirsgirêkên heyî ji holê rakin; Tê pêşbînîkirin ku şaredarî veguherîne avahiyeke demokratîk ku tê de xizmetên hevpar ên herêmî bi awayekî bibandor bên pêşkêşkirin, Şaredariya Bajarê Mezin erkên koordînasyon û kontrolê bigire ser milê xwe, şaredariyên navçeyan hemû xizmetên hevpar ên herêmî di nava sînorên xwe de pêşkêş bikin û welatî bi awayekî aktîf tevlê rêveberiyê bibin.”
Di civînê de biryar hat girtin ku li 4 navçeyên navendî yên ku gelê mexdûr lê ne, taxên pîlot bên hilbijartin û di warê civakî û çandî de xebatên hevpar bên meşandin; Serdanên şaredariyên navçeyan û muxtaran hatin kirin, li cihê ku hatin tespîtkirin, ji bo xebatên danasîna turîzmê bi şaredariyên navçeyan re pêşniyarên çareseriyê hatin kirin.