Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi Gerînendeya Weqfa Sabanci Nevgul Bilsel Safkan re hevdîtin pêk anîn.
Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, piştî hevdîtinên xwe yên li Enqereyê yên bi Koordînatoriya Niştecîh a Neteweyên Yekbûyî (NY), UNICEF, Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Japonya (JICA) û UNFPA (Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî) re li Enqereyê çûn Stenbolê. Hevşaredar di berdewamiya têkiliyên xwe yên li Stenbolê de, bi Gerînendeya Giştî ya Weqfa Sabanci Nevgul Bilsel Safkan re hevdîtin pêk anîn.
Proje hatin nîqaşkirin
Di civînê de ku projeyên ji bo pêşxistina civakî, wekheviya zayendî û parastina mîrateya çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin nîqaşkirin, ji bo ku jin, ciwan û kesên astengdar beşdarî xebatên civakî bibin, ji Weqfa Sabanci ya hevgirtina aborî û teknîkî hat xwestin. Bi taybetî derfetên hevkariyê yên li ser projeyên piştgiriya wekheviya zayendî, ciwanên NEET û serxwebûna aborî ya jinan bi berfirehî hatin nirxandin. Her wiha biryar hat dayîn ku ji bo parastina mîrateyên dîrokî û çandî yên Amedê, projeyên muzexaneyê û mayîndekirina hunerên kevneşopî ji Weqfê daxwaza piştgiriyê were kirin û mekanîzmayên hevkariyê yên domdar bên avakirin.
Pêşveçûneke din a girîng a civînê jî tevlîbûna Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di qonaxa duyemîn a Projeya Jinên Ciwan a Pêşerojê ya Weqfa Sabanciyê de bû. Armanca vê projeyê ew e ku pirsgirêkên jinên ciwan ên ku ne di perwerdeyê de ne û ne jî îstihdamê (NEET) bidin xuyakirin, mekanîzmayên ji bo peydakirina van hewcedariyan çêbikin û bi hêzkirina jinên ciwan beşdariya wan di jiyana civakî û aborî de zêde bike.
Di civînê de Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sûmer, Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim û Serokê Daîreya Lêkolîn û Projeyan Murat Akbaş bi Hevserokan re amade bûn.
Â