Hevşaredaran bi Serokê TÛSÎAD'ê re hevdîtin kir: Wê projeyên hevpar bên çêkirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi Serokê TÛSÎAD'ê Orhan Turan re hevdîtin kir. Di civînê de biryar hat dayîn ku ji bo pêşxistina projeyên hevbeş komxebatek bê avakirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ku li Stenbolê peywendiyên xwe didomînin, bi Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirk (TUSÎAD) Orhan Turan re hevdîtinek pêk anî.

Projeyên pêşketina civakî hatin nîqaşkirin

Di civîna ku ji bo zêdekirina potansiyela veberhênanê ya bajêr û cîbicîkirina projeyên geşepêdana civakî hat lidarxistin de, gavên berbiçav ên wekî organîzekirina forumên karsaziyê û rojên pêşdebirina veberhênanê ji bo endamên TÛSÎADê ku li Amedê zêdetir veberhênanan bikin û ekosîstema karsaziyê xurt bikin hatin nîqaşkirin.

Kursên perwerdeya pîşeyî ji bo jinan

Her wiha mijarên wekî piştgirîkirina bernameyên pîşeyî yên ciwan û jinan bi rêya perwerdehiya pîşeyî û projeyên veguherîna dîjîtal û hevkariya di projeyên çandiniya domdar û enerjiya kesk de hatin rojevê.

Biryara xebata bi hev re

Di encama civînê de biryar hat dayîn ku ji bo pêkanîna hevkarî û hevahengiya di navbera aliyan de, komxebatek ji bo çêkirin û birêvebirina pirojeyên hevbeş di navbera aliyan de bê avakirin. Ji bo projeyên ku li Amedê bi desteka endamên TÛSÎAD'ê tên pêkanîn, tê xwestin ku foneke taybet bê çêkirin. Civîn ji bo danîna bingehên hevkariyeke xurt ji bo geşepêdana aborî, civakî û çandî ya Amedê û eşkerekirina potansiyela bajêr di asta neteweyî û navneteweyî de gaveke girîng bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31