Biryara hevkariya teknîkî ya bi AFD re ji bo Projeya Tramwaya Amedê

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi Midûrê Tirkiyeyê yê Ajansa Pêşketinê ya Fransî (AFD) Tanguy Denieul û Marine Karcher re hevdîtin pêk anîn û biryar dan ku ji bo Projeya Sîstema Rêhesinî ya Sivik komxebata teknîkî ya hevpar bê avakirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, di berdewamiya peywendiyên xwe yên li Stenbolê de, bi Gerînendeya Weqfa Sabanci Nevgul Bilsel Safkan û Rêveberên Ajansa Pêşketinê ya Fransî (AFD) ya Tirkiyeyê Tanguy Denieul û Marine Karcher re hevdîtin kirin.

Projeya Sîstema Rêhesinî ya Sivik

Di hevdîtinê de li ser fînansekirin û detayên teknîkî yên Projeya Sîstema Rêhesinî ya Sivik ya Diyarbekirê hat axaftin. Di hevdîtinê de ku ji bo bilez cîbicîkirina projeyê di atmosfereke erênî de derbas bû, tekezî li ser îradeya bihêz a hevkariyê hat kirin.

Komeke xebatê ya teknîkî ya hevpar dê bê avakirin

Di hevdîtinê de li ser avakirina komxebateke teknîkî ya hevbeş ji bo nirxandina hûrgiliyên teknîkî û darayî yên projeyê li hev kirin. Hat diyarkirin ku dê koma xebatê di zûtirîn demê de dest bi xebatên xwe bike û dê tevkariyê li pêşdeçûna vê projeya girîng a ku dê binesaziya veguhestina giştî ya Amedê xurt bike, bike.

Di hevdîtinê de bal hat kişandin ser tevkariya projeyê ya ji bo armancên veguhestina domdar a Amedê û pêşketina herêmê.

Di civînê de Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sûmer, Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim û Serokê Daîreya Lêkolîn û Projeyan Murat Akbaş bi Hevserokan re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31