Hevşaredar Hatun maça Amedsporê temaşe kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hutun li stadyumê pêşbirka Amedspor û Fatîh Karagumruksporê temaşe kir.

Amedsporê ku di Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe, li Stada Diyarbekirê bi nûnerê Stenbolê Fatih Karagumruksporê re hat hemberî hev. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hutun li gel Serokê Klûba Amedsporê Burç Baysal maç temaşe kir.

Amedspora ku bi hevrikê xwe Fatîh Karagumruk re 1-1 mabû, puanên xwe yên di komê de derxist 30î.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31