Şaredariya Bajarê Mezin, li standên ku danîne guhdariya gel dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Sûrê bi vekirina standê guh dide daxwaz û pêşniyarên welatiyan ên der barê xizmetên şaredariyê de.

Ji bo daxwazên gel bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin bên çareserkirin, bi hevkariya Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) û 4 şaredariyên navçeyên navendî, xebatên avakirina Koordînasyona Têkiliyên Gel didomin.

Di vê çarçoveyê de Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel li navçeya Sûrê ya dîrokî ji bo welatî bi hêsanî xwe bigihînin rêveberiyên herêmî stand vekir. Karmendên şaredariyê yên li stantên li ber Mizgefta Mezin bi erka xwe radibin, daxwazên welatiyan pirsîn û pêşniyarên wan not kirin. Her wiha derbarê hêviyên gel ji xizmetên şaredariyê de “ankêta razîbûnê” hat kirin.

Li standan belavokên li ser cihên dîrokî yên bajêr û bultena xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin li welatiyan hatin belavkirin.

Seroka Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş li gel xebatkaran li nêrîn û pêşniyarên welatiyan guhdarî kirin û daxwazên xwe not kirin.

'Me ew vekir da ku bi gelê xwe re baştir têkiliyê deynin'

Guneş, anî ziman ku ji bo xizmeteke rast ji gel re bê kirin stand vekirin û xebatên di warê ragihandinê de girîng in û wiha got: “Di çarçoveya civîna koordînasyonê de me dest bi vekirina standên xwe kir. Ji bo ku bi gelê me yê ku nikarin werin şaredariyê û şaredariyê nas nakin re danûstandinê baştir bikin, da ku gelê me bi hêsanî xwe bigihîne me. Me herêma Sûrê wek herêma pîlot hilbijart. Bi taybetî me tercîh kir ku dawiya hefteyê li ber Mizgefta Mezin bin. Em li vir guh didin daxwaz û pêşniyarên turîst û welatiyan. Em bi vê sînordar namînin. Mînak projeyên ciwanan hene, ji bo ku bigihêjin wan standên me wê nêzî hefteyekê li vir vekirî bimînin. Piştî Sûrê em ê li navçeyên Baxlar, Yenîşehîr û Kayapinarê jî standên xwe vekin.”

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31