Tatbîqata Lêgerîn û Rizgarkirinê li Bendava Dîcleyê hat Lidarxistin

Piştî perwerdehiyê, tîma Lêgerîn û Rizgarkirina Bin Avê ya 12 kesî ku di bin banê Serokatiya Daîreya Agirkujan de hatiye avakirin, li gola Bendava Dîcleyê tatbîqata lêgerîn û rizgarkirinê pêk anî.

Tîma Lêgerîn û Rizgarkirina Bin Avê ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Agirkujan de ji bo dîtina kesên windabûyî an yên di xeterê de ne kar dike, zivistan û havîn bê navber xebatên xwe didomîne. Tîma 12 kesî ya ku di vî warî de hatiye avakirin, piştî ku li Hewza Girtî ya Anzele ya Şaredariya Kayapinarê di warên wekî "bikaranîna qutbnimayê di bin avê de, îşaretên noqbûnê, rêveberiya pirsgirêkan, lêgerîn û dîtina kes û tiştên windabûyî di bin avê de, noqbûna şevê, noqbûna kûr" de perwerdehiya pratîk wergirt, ji bo pêkanîna erkên dijwar ên wekî mudaxelekirina bûyerên xeniqînê, lêgerîna kesên di lehî an jî tofanan de windabûyî, derxistina wesaît an tiştên di bin avê de mane, lêkolîna kavilan ên bin avê û li gorî pêwîstiyê lidarxistina operasyonên rizgarkirinê, li gola Bendava Dîcleyê tatbîqata lêgerîn û rizgarkirinê pêk anî.

Piştî tatbîqatê, perwerdehiyek derbarê çawa pêkanîna çalakiyên lêgerîn û rizgarkirina bin avê bi dronê hate dayîn.

Mehmet Ercan Baran ê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Agirkujan de wek amirê tîma noqvanan kar dike, nirxandina tatbîqat û xebatên xwe kir.

'Bikaranîna dronê gelekî girîng e'

Baran anî bîra me ku wan di bin banê Serokatiya Daîreya Agirkujan de tîmek 12 kesî ava kirine û got ku wan tîm kirine du beş û Êgil wek qada perwerdehiyê hilbijartine. Baran diyar kir ku wan perwerdehiyek bi qonax plan kirine û got: "Piştî perwerdehiyên qonaxa duyemîn, me li Êgilê li gola Bendava Dîcleyê noqî kir. Amûrên me yên teknolojîk ên nû hene. Em van jî hêdî hêdî diceribînin. Piştî ku me drona bin avê li hewzê ceriband, em hatin Êgilê. Ji aliyê bikaranîna li cihên kûr ên ku noqvan nikarin bigihîjinê ve drona bin avê gelekî girîng e. Bikaranîna dronê dê bi awayekî girîng alîkariya xebatên me bike."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31