Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, li Navenda Pêşwaziya Mêvanan a ku li ber deriyê Keleha Zerzevanê hatiye avakirin, seh kir.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, li Navenda Pêşwaziya Mêvanan a ku ji aliyê şaredariyê ve li ber deriyê Keleha Zerzevanê ya dîrokî ku vedigere sedsala 9'an berî zayînê û di nav sînorên gundê Zerzevanê yê girêdayî navçeya Çinarê de ye, sehêtî kir.
Hevşaredar Hatun di serdana xwe de girîngiya çandî û dîrokî ya Keleha Zerzevanê anî ziman û bi berpirsên yekîneyên têkildar re qada hundir û derve ya navendê kir. Di dema sehbêriyê de li ser rewşa heyî ya navendê, karên başkirinê û sererastkirinên ku divê bên kirin, danûstandin hat kirin.
Di sehbêriyan de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Aziz Ozdogan û Serokê Daîreya Karên Fenî Serdar Bakiroğlu ligel Hevşaredar Hatun bûn.
Â