Di çarçoveya xebata veqetandina bermayiyên nebatî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, ji Aşxaneyê nêzîkî 5 bermîl rûnê bermayî hat berhevkirin. Seroka Daîreya Guherîna Îqlîmê û Sifir Bermayî Evîn Dinar, ku agahî da wan ê ji kar û xaniyan jî bên berhevkirin, ji bo piştgiriyê bang li welatiyên ku li bajêr dijîn kir.
Xebatên ku ji bo veqetandina bermayiyan li çavkaniyê hatine destpêkirin, di koordinasyona Serokatiya Daîreya Guherîna Îqlîmê û Sifir Bermayî û Serokatiya Daîreya Parastina Jîngehê û Kontrolê de li seranserê bajêr didome. Li gel bermayiyên hişk, xebatek berfireh jî ji bo veqetandina rûnên nebatî yên bermayî ku zirarê didin jîngeh û tenduristiya mirovan hat destpêkirin. Di çarçoveya protokola ku şaredariyê bi şirketeke bîlanskirî re çêkiriye de, rûnên nebatî yên bermayî wê bi rêkûpêk bên berhevkirin. Berhevkirina rûnên bermayî yên di bin banê şaredariyê de ji Aşxaneyê ku ji bo Xwaringehên Gel xwarinan amade dike, dest pê kir. Di qonaxa pêşiya xebatê de jî wê ji kar û xaniyên navendê û navçeyên bajêr rûnên bermayî bên berhevkirin.
Wê wek sotemeniya biyodîzel bê nirxandin
Dema ku tîmên şirketa ku veqetandinê dike rûnên nebatî yên bermayî yên li Aşxaneyê hatine berhevkirin ji cihê ku ji bo vê hatiye veqetandin digirtin, Seroka Daîreya Guherîna Îqlîmê û Sifir Bermayî Evîn Dinar jî xebat li cih kontrol kir. Tîman ji Aşxaneyê nêzîkî 5 bermîl rûnê nebatî yê bermayî berhev kir. Rûnên bermayî yên ku diçin veguhertinê wê li tesîsên şirketê wek sotemeniya biyodîzel bên nirxandin.
'Lîtreyek bermayî milyonek lître avê qirêj dike'
Seroka Daîreya Guherîna Îqlîmê û Sifir Bermayî Evîn Dinar, ku der barê xebatê de agahî da, diyar kir ku ji ber berpirsyariya li hember xwezayê, mijarê veqetandina bermayiyan li çavkaniyê girîng dibînin. Dinar, ku anî ziman ku wan xebat ji bo belavbûna xebatê li seranserê bajêr dest pê kirine, wiha axivî: "Bermayiyên nebatî yên ku bêkontrol berdidin nav xwezayê bi taybetî zirarên cidî didin av û axê. Lîtreyek rûnê bermayî, milyonek lître avê qirêj dike. Piştî ku av hat qirêjkirin bidestxistina wê ne mimkun e. Û gelek zirarên wê yên wek mirina zindiyan hene. Ji ber vê yekê girîng e ku rûnên nebatî yên bermayî li çavkaniyê bi awayekî rast bên berhevkirin û di parzinandin re bên bidestxistin."
'Rûnên bermayî zirarê didin pergala bingehîn jî'
Dinar ku anî ziman ku di çarçoveya protokola ku wan bi şirketeke bîlanskirî re çêkiriye de wê ji kafeterya, xwaringeh û karên li seranserê bajêr rûnên nebatî yên bermayî berhev bikin, got: "Di pêvajoya pêş de em armanc dikin ku ji malan jî berhev bikin û rûnên bermayî ji veguhertinê re bi dest bixin û zirarê ku didin xwezayê kêm bikin. Ji ber ku dema rûnên bermayî di lavaboyan de tên rijandin pergala kanalîzasyonê jî tê girtin û zirareke cidî ya bingehîn jî çêdike. Ji vî aliyî ve girîng e ku rûnên nebatî yên bermayî beriya ku tevlî xwezayê bibin bi awayekî cuda bên berhevkirin."
Banga piştgiriyê ji bo xebatê
Dinar, ku bal kişand ser wê yekê ku heta beşdariya civakî çênebe xebat wê kêm û têrker nebe, bi gotinên "Em li bendê ne ku di vê mijarê de ji bo tevgerîna bi hev re hestiyariyê nîşan bidin" bang li welatiyên ku li bajêr dijîn kir.
Â