Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, li Ben û Senê bi navê "Bi çerxa xwe em diguherin" kargeha binpêçên şûştinbar vekir.
Serokatiya Xizmetên Jin û Malbatê, di çarçoveya "Projeya Em Ji Adetê Berhemdar Dibin" de, li hemberî feqîriya mensturasyonê, li Navenda Jiyanê ya Jinan ya Ben û Senê kargehek vekir.
Di merasîma vekirinê de Seroka Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, endamên Meclisa Jinê ya Şaredariyê û gelek jin beşdar bûn. Ji bo piştgirî û agahdarkirina projeyê, Koordînatorê Projeyê yê Şaredariya Îzmîrê Sevinç Ustabaş û Mudirê Beşê Kargeha Pîşeyî ya Îzmîrê Zekî Kapi jî beşdar bûn.
Di vekirinê de endama Meclisa Daîmî Demet Ceylan, bi daxwaza serxweşiyê ji bo kesên ku di agirê otelê ya Boluyê de jiyana xwe ji dest dane û şîfayê ji bo birîndaran dest bi axaftina xwe kir. Ceylan got ku hebûna gelek jinan li gel hev cihê şanaziyê ye û xwest ku kargeh ji bo hemû jinan bimbarek be.
'Em Amedê wek deriyê hevkariyê dibînin'
Mudirê Beşê Kargeha Pîşeyî ya Îzmîrê Zekî Kapi got ku ew bi navê Şaredariya Îzmîrê şanaz in ku li vir in. Kapi wiha axivî: "Me ji 7-8 bajaran dawet wergirt lê em vê cara yekem li derveyî Îzmîrê li Amedê pêk tînin. Ev ji bo me xwedî girîngiyeke taybet e; ji ber ku em vî bajarî, ku çandên kevnar digihîne hev, wek deriyekî mezin ê hevkariyê dibînin ji bo belavkirina projeyê li Tirkiyeyê."
'Em ê Amedê bikin bajarekî dostê jinan'
Seroka Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer wiha got: "Em ê projeyên girîng pêk bînin da ku Diyarbekir bikin bajarekî dostê jinan. Em ê hewl bidin ku projeyên jin-mihwer û wekheviya zayendî pêk bînin. Di welatê me de feqiriyek çetin heye lê em wek jin rewşa herî giran dijîn. Em di serdemekê de ne ku jin nikarin hewcedariyên xwe yên bingehîn jî pêk bînin."
Piştî axaftinan, Sevinç Ustabaş semînerek nêzî saetekê li ser tenduristiya jinan, tabûya mensturasyonê û çêkirina binpêçên şûştinê pêşkêş kir. Di semînerê de nêrîna li ser bedena jinê, stereotîpên li dijî vê û zanînên şaş ên derbarê mensturasyonê de hatin vegotin.
Piştre dest bi kargeha binpêçên şûştinê hat kirin. Koordînatora Projeyê Sevinç Ustabaş, ji jinan re çêkirin û bikaranîna binpêçan şirove kir.
Kargehên din dê bên
Kargeha ku li Navenda Jiyanê y Jinê ya Taxa Ben û Senê wek pîlot dest pê kiriye, dê di pêvajoya pêş de li 8 Navendên Jiyanê yên Jinê yên girêdayî Serokatiya Xizmetên Jin û Malbatê jî were bicîkirin.
'Projeya Em Ji Adetê Berhemdar Dibin' çi ye?
Ev proje armanc dike ku piştgirî bide jinên ku di gihîştina agahî û amûrên paqijiyê yên mensturasyonê de dijwariyê dikişînin, û ji bo pirsgirêkên tenduristî û civakî yên têkildarî mensturasyonê çareser bike. Herwiha bi bikaranîna berhemên bêzibil dixwaze piştgiriyê bide xwezayê ji bo jiyaneke domdar. Bi kargeha ku DBB pêk aniye, jin dê bikaribin binpêçên rehet, pembûyî û domdar çêbikin.
Â