Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun mazûvaniya Hevserokên GABB'ê Neslîhan Sedal û Siraç Çelîk kir.
Hevserokên Yekitiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) Neslihan Şedal û Siraç Çelîk, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin, endamên rêveberiya GABB'ê, Sekreterê Giştî yê GABB'ê Azad Ozkes, Gerînendeya Xizmetên Jin û Malbatê ya GABB'ê Necla Gursoy û endamên lijneyê hatin serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun.
Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredar Bucak û Hatun bi Şedal û Çelîk re hevdîtinek pêk anîn.
Di serdanê de li ser xurtkirina hevkarî û hevgirtina di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û GABBê de nêrîn hatin guherandin.
Di serdanê de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk û endamên meclîsê bi Hevşaredaran re bûn.
Â