Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Koma Voleybolê ya Adiyaman Besni Gençliksporê bi 3-1 setan têk bir û di encamê de puanên xwe derxist 42yan.
Kuluba Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de hat avakirin, di pêşbirkên voleybol û futbolê de li hember hevrikên xwe bi ser ket.
Tîma Voleybolê ya Jinan a DBByê ku di Lîga 2yemîn a Voleybolê de têdikoşe, li Salona Sporê ya Şehîtlîk Koşklerê li ber qada xwe û li ber temaşevanên xwe, mazûvaniya Tîma Voleybolê ya Adiyaman Besni Gençliksporê kir. Tîma DBB'ê di setan de 3-1 dijberê xwe têk bir.
Tîma Futbolê ya Diyarbekir Buyukşehir Belediyesporê ku di Lîga U-18an de têdikoşe li Tesîsên Sporê yên Seyrantepe Şîlbe bi tîma Çamlicasporê re hat hemberî hev. Tîma DBB’ê bi skora 13-3 dijberê xwe têk bir.
Tîma DBB bi serketina her du maçên ewil bû seroka Lîga U-18an.
Â