Navendên Dîjîtal ên Ciwanan hatin vekirin

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk beşdarî vekirina girseyî ya Navendên Dîjîtal ên Ciwanan ku bi hevkariya UNDP û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyê li 45 şaredariyan hatin avakirin, bû.

Vekirina girseyî ya Navendên Dîjîtal ên Ciwanan ku li 45 şaredariyan di çarçoveya "Projeya Ciwanên Îro, Pîşeyên Pêşerojê" de ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve tê fînansekirin û bi hevkariya Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ve tê meşandin, li Enqereyê pêk hat. Nûnerê Şaredariya Bajarê Mezin aAmedê, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Serokê Daîreya Lêkolîn û Projeyan Murat Akbaş, Endamê Meclîsê Hamza Onen û Midûrê Şaxa Hînbûna Tevahiya Umrî ya Daîreya Xizmetên Civakî Ugur Guler beşdarî vekirinê bûn.

Ji bo zêdekirina kar hatiye çêkirin

Di bernameya ku bi axaftina vekirinê ya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê Suat Yildiz, Nûnera UNDP ya Tirkiyeyê Monica Merino û Serokê Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Tirkiyeyê Balyozê Thomas Hans Ossowski dest pê kir, bal hat kişandin ser bandora projeyê li ser ciwanan û amaje bi berpirsiyariya rêveberiyên herêmî di vî warî de ye hate kirin. Navendên Dîjîtal ên Ciwanan bi mebesta peydakirina şarezayên teknolojîk û dîjîtal ji ciwanên 15-29 salî re, pêşxistina ramanên nûjen û zêdekirina kardariya ciwanan hatine çêkirin.

‘Gavên pêwîst hatin avêtin’

Di merasîma vekirinê de der barê proje û plansaziyên Navenda Ciwanan a Dîjîtal a her şaredariyê de jî agahî hatin parvekirin.

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Gorduk, kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna di vê projeya girîng a ku dê tevkariyê li veguherîna dîjîtal û pêvajoya îstîhdamkirina ciwanan bike, anî ziman. Gorduk diyar kir ku ji bo navendên wan li gorî hewcedariyên ciwanan xizmeta herî baş bikin gavên pêwîst hatin avêtin. Gorduk diyar kir ku projeyên bi vî rengî careke din girîngiya rêveberiyên herêmî di beşdarkirina pêşeroja ciwanan de eşkere dikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28