Hevşaredarên Amedê di sala 2024'an de 11 hezar û 500 kes pêşwazî kirin

Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, ji roja destbikarbûna xwe heta meha Berfanbarê ya 2024'an 11 hezar û 500 serdêr pêşwazî kirin.

Hevşaredarên Şaredariya Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, ji Nîsana 2024'an heta dawiya salê 11 hezar û 500 kes li avahiya şaredariyê pêşwazî kirin. Di serdanan de ji rêxistinên civaka sivîl heta odeyên pîşeyî, ji nûnerên partiyên siyasî heta welatiyên sivîl beşek berfireh bi hevşaredaran re hatin ba hev.

Rêxistinên civaka sivîl

Di navbera 8'ê Nîsanê û 31'ê Berfanbarê ya 2024'an de rêxistinên civaka sivîl ên bajêr, odeyên pîşeyî û nûnerên partiyên siyasî, serdana hevşaredaran kirin. Di vê çarçoveyê de; nêzî hezar kes ji nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl wek Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Odeya Endazyarên Madenê, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (EĞİTİM SEN), Herêma Pîşesaziyê ya Rêxistinkirî (OSB), Baroya Amedê, Yekîtiya Odeyên Endazyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredarî û Xizmetên Rêveberiyên Herêmî (TÜM BEL-SEN), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK), Federasyona Pêkhateyên Bêasteng, Borsa Bazirganiyê, Komeleya Perwerde, Çand, Alîkarî û Piştgiriya Gundê Narlicayê (NAR-DER), Federasyona Komeleyên Pîşesaz û Karsazên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DOGÜNSİFED), Odeya Endazyarên Avahiyan (İMO), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Giştî yên Tirkiyeyê (Genel-İş), Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DİSA), Federasyona Klubên Sporê yên Amator ên Amedê (ASKF), Komeleya Antrenorên Futbolê yên Çalak ên Tirkiyeyê (TÜFAD), Komeleya Jinan a Rosa, Odeya Endazyarên Jeolojiyê, Odeya Çandiniyê ya Yenîşehira Amedê, Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD), Weqfa Mezopotamyayê û Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DİTAM), Odeya Endazyarên Madenê, Sendîkaya Meclisên Teqawidbûyiyan (EMS), Komeleya Alimên Olî ya Amedê (DİAYDER), Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Odeya Bijîşkan û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaç, Koma Bisiklêtê ya Jinên Amedê, Odeya Bijîşkên Diranan a Amedê, Odeya Mîmaran, Yekîtiya Hilberînerên Fistiqê ya Amedê, Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî yên Yekbûyî (UCLG-MEWA), Komeleya Berdewamkirin û Pêkanîna Bicihbûna Çandiniyê ya Berîtanan, û Enstîtuya Pêşketina Demokratîk (DPI) ya navendê li Londonê ji aliyê hevşaredaran ve hatin pêşwazîkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28