Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun Hevşaredarên Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sincar û Cengîz Dûndar ziyaret kir.
Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun Şaredariya Kayapinarê ziyaret kir. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sincar û Cengîz Dundar li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê pêşwazî li Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.
Hevşaredar Bucak û Hatun kulîlk diyarî Hevşaredarê Kayapinarê Cengîz Dûndar ê ku di 30'ê Mijdara 2024'an de hat girtin û di 13'ê Çileyê de hat berdan, kir û jê re daxwaza derbasbûnê kir.
Piştî pêşwaziyê hevşaredar Bucak û Hatun bi Sîncar û Dundar re hevdîtinek pêk anîn. Di serdanê de der barê xizmetên şaredariyê de nêrîn hatin guherandin.
Â